Chapter 96 (Sura 96)
1; (Muhemmed!) tu bi navê Xuda yê teyê, ku tu afirandîyî bi xûne.
2; Ewî meriv ji zûryan afirandîye.
3; Tu bi xûne! Û Xuda yê te pir rûmetdare.
4; Ewî (bi merivan nivîsandina) bi gilîgo û nivîsdarokî daye hînkirinê.
5; Tişta, ku merivan nizanbûye ewî bi wan daye hînkirinê.
6; Na! (di hemberê van qencîyan da) bi rastî meriv ji avarû derketîye.
7; Ji ber, ku ewa (meriva) xwe ne hewce dîtîye.
8; Bi rastî para zıvirandin hey li bal Xuda yê te dane (wê hijmara kirinê wan bibîne).
9; Qey tu ewê, ku paradanê dike nabînî?
10; Gava bendek nimej dike (ewî dide para da na hêle nimej bike).
11; Tu dibînî; heke;ewa (bendê nimêj; dike) li ser rêya rast be?
12; Yan jî ewa (benda) fermana bi Xuda parizî bike?
13; Tu di binî; heke ewa (bendê paradanê dike) pişta xwe bide (van şîretan û) bide derewdêrandine? (wê gavê ewê bizane ka wê çi bê serê wî).
14; Maqey ewa nizane, ku bi rastî Yezdan bi hemû kirinê wî (dizane û) dibîne?
15; Na! heke ewa (ji wan kirinê xwe poşman nebe) parada nefitile, bi rastî emê bi tûncika wî bigirin (ewî li bal dojê da) bi kişînin.
16; Bi tûndcika wî virekê gunehkar (bigirin).
17; Îdî bi ra ewa (here) gazî hemnişînê xwe bike.
18; Emê jî gazî feriştene xwene (parisvznê dojê bi navê) zabanî bikin.
19; Na! (Muhemmed!) qe tu bi gotina wî (gunahkarî) neke ü tu (ji bona Xuda yê xwe ra) kunde bihere û nezîkê wî (Xuda yê xwe be).
Qurana Kurdî Bixwînin | Qurana Pîroz
Pages: 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31 32 33 34 35 36 37 38 39 40 41 42 43 44 45 46 47 48 49 50 51 52 53 54 55 56 57 58 59 60 61 62 63 64 65 66 67 68 69 70 71 72 73 74 75 76 77 78 79 80 81 82 83 84 85 86 87 88 89 90 91 92 93 94 95 96 97 98 99 100 101 102 103 104 105 106 107 108 109 110 111 112 113 114