Qurana Kurdî Bixwînin | Qurana Pîroz

Chapter 95 (Sura 95)
1; Bi hêjîr û zeytûnan.
2; Û bi çîyayê Sîna yê.
3; Û bi vî bajarê ewle.
4; (Sond dixum!) ku me meriv bi rastî di rindê rûçikan da afirandîye.
5; Me paşe ewa (meriva) li bal (tema pîr da) zivirandîye (ku ji pistî zanînê hemî tiştan bîrva bike).
6; Ji pêştirê wanê bawer kirine û karê aştî kirine, îdî ji bona wan ra jî kêreke bê paşî heye.
7; Îdî (Ji piştî van beratan) ka (merivo!) ji bona te ra çi bûye, ku tu bi ola (Xuda û bi roya xelat û celatan) viran dikî?
8; Maqey tu (bawer nakî) ku berawanê berewanan Yezdan e?

Pages ( 95 of 114 ): « Previous1 ... 9394 95 9697 ... 114Next »