Qurana Kurdî Bixwînin | Qurana Pîroz

Chapter 93 (Sura 93)
1; Bi (danê) taştê.
2; Bi şeva gava tarîtîya wê hewya.
3; (Sond dixum!) Ku Xuda yê te dest ji te bernedaye ji te jî ne xeyîdîye.
4; Û bi rastî (danê para da) ji bona te ra (ji danê) cihanê çêtir e.
5; Û Xuda yê teyê bi rastî ji bona te ra di nêzîk da dayîneke wusa bide, ku tu bi wê dayînê qayîl bibî.
6; Maqey (Xuda yê te)gava tu sêwî bûyî tu xweyî ne kirî?
7; Gava tu wundayî bûyî ewî tu ne anî li ser rêya rast?
8; Gava tu xêzan bûyî ewî tu zengin ne kirî?
9; Îdî tu bi tucureyî li sêwîyan zorê neke.
10; Û bi tu cureyî parsekan bê par neke.
11; Û tu bi wan qencîne, ku Xuda yê te bi te kirîye bi axive.

Pages ( 93 of 114 ): « Previous1 ... 9192 93 9495 ... 114Next »