Qurana Kurdî Bixwînin | Qurana Pîroz

Chapter 92 (Sura 92)
1; Bi şeva gava taritî ewê som dike.
2; Bi roya gava derdikeve (rohnaî dike).
3; Bi wîyê ku nêr û mê afirandîye.
4; (Sond dixum!) ku xebata we bi rastî cure û cureye.
5; Îdî kîjan (ji bona xezanan ra mal) bi sixurîne û Xuda parizî bike.
6; Û (perestîne) qenc jî bike û rast bi dêrîne.
7; Îdî emê ji bona wî ra (hatina li bal rêya rast da) hêsanî bikin.
8; Kîjan jî çikûsî bike û xwe (ji Yezdan) ne hewce bibîne.
9; Û qencê (gotinan jî) bide derewdêrandinê.
10; Îdî emê ji bona wî ra (çûna li bal rêne zehmet da) hêsanî bikin.
11; Û gava ewa bikeVe dojê, malê wî qe ji bona wî ra tu karê nake.
12; Loma bi rastî hatina wî li bal rêya rast da li ser meye.
13; Û bi rastî cihan û parada jî ji bona me ra ne.
14; Îdî min hûn (gelî gunehkaran!) Bi agirekî pêtdayî dane hişyar kirinê.
15; Ji pêştirê wanê rûreşê ji rêya rast derketî, tu kes nakeve wî agirî.
16; Ewî (rûreşê) maf daye derewdêrandinê, pişta xwe daye (mafê).
17; Bi rastî ji wî (agirî) merivê Xu­da pariz tê dûr xistinê.
18; (Ewê Xuda pariz) ew e, ku malê xwe (di rêya Yezdan da )sixurandîye (mali xwe) paqij kirîye.
19; Û (li bal Yezdan) ji bona tu kesekî ra qe tu qencîyek tuneye, ku ewan bi wê qencîyê bêne xelat kirinê.
20; Ji pêştirê (maldana) ji bona qayîl bûna (Xuda yê xwe) yê bililindtir (heke dabe).
21; Di nêzîk da jî (ewa qencîya) ku Xuda yê wî (ji bona wî ra bide, ewê) bi wê qencîyê qayîl bibe.

Pages ( 92 of 114 ): « Previous1 ... 9091 92 9394 ... 114Next »