Qurana Kurdî Bixwînin | Qurana Pîroz

Chapter 91 (Sura 91)
1; Bi roj û bi ruhnaya wê.
2; Û bi hîva gava li pey (rojê) derdivebe
3; Û bi wî roya gava (roj) ewê (vedike.
4; Û bi wê şeva gava taritî ewê som dike.
5; Û bi ezman bi avakerê wî.
6; Û bi zemîn û bi wê, ku (zemîn bi gulokî) raxistîye.
7; Û bi can û (bi wîyê, ku can) bi rûçikî (afirandîye).
8; Îdî ji bona wî (canî ra) gunehkarî û parisandina (ji gunehan) niqandîye.
9; Sond dixum! Kîjan canê xwe ji sikatîyan bi parisîne ewa serfiraz bûye.
10; Û sond dixum! Kîjan ketibe sikatîyan (ji rêya rast derketibe) bi rastî ewî zîyan kirîye.
11; (Komalê) Semûd ji qurebûna xwe (Pêxemberê xwe) dabûne derewdêrandinê.
12; Gava mêrxasên wan serî hildane.
13; Îdî qasêdê Yezdan ji bona wan ra (aha) gotîye: “hûn dest ji deva Yezdan û ji ava vexarina wê berdin.
14; Îdî ewan (mêrxasan pêxember) dane derewdêrandinê; Ewan serê devê jêkirin, îdî Xuda yê wan jî bi sedema gunehê wan şapat li ser wan da pêyweste kir; ewan (bi welatê wan va bi dêrizayî rast kir.
15; Û (Yezdan bi xweber jî) ji encama (şapatê) natirse.

Pages ( 91 of 114 ): « Previous1 ... 8990 91 9293 ... 114Next »