Chapter 90 (Sura 90)
1; Ho! Ez bi vî bajarî sond dixum.
2; Û tu bi xweber jî di nava wî da rûniştî yî.
3; Û bi nişa merivan û bi ûrta wan.
4; (Sond dixum) ku me nişa merivan (di nava) zoratîyê da afirandîye.
5; Maqey ewa meriva guman dike, ku hêza tu kesî pêda naçe?
6; (Ji bona pesindanê aha) di bêje: “Min di vê rê da bi kulûra mal sixurandîye.”
7; Maqey ewa guman dike, ku kes ewê kirina wî nabîne?
8; Qey me ji bona (merivan ra) du çav ne daye.
9; Û zimanek û du lêv (nedaye)?
10; Û me ji bona (merivan) du rê; (rêya qenc û xirabîyan) daye.
11; Îdî ewî (merivî, ji bona sipazîya di hemberê van qencîyan) qe xwe ne avite tu gaz û bêlanê zor.
12; Gaz û bêlanê zor, ka çîye tuyê ji ku bizanî?
13; Ewa (kara) vekirina (zincîra) kolan e (ku tu ewan azad bikî).
14; Yan jî di rojeke axilve da dayîna xurekan e.
15; Ji bona sêwîyên pismam ra.
16; Yan jî ji bona wan belengazê, ku ji birçîya xwe li ser xwelîyê dirêj kirene.
17; Hêj paşê ewa dibe ji wanê bawer kirin e û şîreta bi hewdana (di hemberê cewr û aşîtan da) li hev dikin û bi dilovanî ya li hev kirinê dikin.
18; Hevrîne bi nutûv û rast evan in.
19; Ewanê bi beratenê me bûn e file hene! ewan jî hevrîne bênutûv û çep in.
20; Agirê ku derê wî tê girtinê, ji bona (vanan ra)ne.
Qurana Kurdî Bixwînin | Qurana Pîroz
Pages: 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31 32 33 34 35 36 37 38 39 40 41 42 43 44 45 46 47 48 49 50 51 52 53 54 55 56 57 58 59 60 61 62 63 64 65 66 67 68 69 70 71 72 73 74 75 76 77 78 79 80 81 82 83 84 85 86 87 88 89 90 91 92 93 94 95 96 97 98 99 100 101 102 103 104 105 106 107 108 109 110 111 112 113 114