Qurana Kurdî Bixwînin | Qurana Pîroz

Chapter 88 (Sura 88)
1; Bi sond! Ji bona te ra ji bûyera (Qarsê, ku hemû tiştî kavil dike) peyv hatîye.
2; Di wê rojê da hinek rû hene, melûl dibin.
3; Xebitîne(westîyane) bi kerbî hatine teşqeladanê.
4; Di agirê sor da têne avêtinê.
5; Ji kanîyeke kel da vedixun.
6; Ji pêştirê (berêdara) ererê qe tu xwarina wan tuneye.
7; (Ewa) bi xwarinê qelew nabin, ça ji birçîbûnê jî fereste nabin.
8; Di wê rojê da hinek rû jî hene, di nava xwarinan da (berxudarin).
9; Ji bona xebata xwe ye (cihanê) qayîl in.
10; Ewanan (di behiştê da) qe tu (axiftinê) kêr nehatî nabîhên.
11; Di (behiştê da) kanînê avê wan dikişin hene.
12; Û textegahên hatine bilind kirinê hene.
13; Û şel bikne (avê) bi tijî amade (hene)
14; Û balgînê rêzkirî (hene).
15; Binraxne baha (hene).
16; Maqey ewan (merivan) îdî li bal devê da mêze nakin, ka ça hatîye afirandinê?
17; (Ewan) li bal ezman da jî (mêze nakin) ka ça hatîye bilind kirinê?
18; Û li bal çîyan da jî (mêze nakin) ka ça hatine çikandinê?
19; Û li bal zemin da jî mêze nakin) ka ça hatîye çê kirin û raxistinê?
20; Îdî (Muhemmed!) Tu (ji bona wan ra) şîretan bike. Loma bi rastî hey tu şîret karî.
21; Tu (ferman dêrekî) li ser wan hetibî (Verêhte kirinê) ku bi zor ewan bînî ser gotina xwe, nînî.
22; Lê kîjan (ji piştî şîretan) rû fetilandibe û bibe file.
23; Îdî Yezdan ê ewî bi şapateke meztir bide şapat kirinê.
24; Loma bi rastî vegerandin û êwra wan bal me dane.
25; Paşê bi rastî hijmara (kirinê wan) li ser meye (emê bihijmir in).
26;

Pages ( 88 of 114 ): « Previous1 ... 8687 88 8990 ... 114Next »