Chapter 86 (Sura 86)
1; Bi ezman û bi sitêrka quloker.
2; (Muhemmed!) ka tu ji ku dizanî ewa (sitêrka) quloker çîye?
3; Ewa sitêrka bi runahî û rêjoke ye.
4; (Sond dixum!) ku li ser hemû candaran, parisvanekî wî heye.
5; Ka bira meriv mêze bike ji çi hatîye afirandinê?
6; Ewa (meriva) ji avekehilavok hatîye afirandinê.
7; Ewa (ava) ji pişta (mêran) û ji nava (her du) memikê (jinan) derdikeve.
8; Bi rastî (ew Yezdan ê, ku bi vî awayî merivan biafirîn e; ji piştî mirinê) di şî ku ewan para da bizvirîn e.
9; Di roya, ku hemû (veşartî) wê derkevin xûya bibin.
10; Îdî ji bo wî merivî ra qe tu hêz û arîkarî namîn e.
11; Û bi wî ezmanê (ku avê hildid e û) para da dîsa dizvirîn e.
12; Û bi wî zemînê (ku ji bona hêşîna ya) çiryanê derizî.
13; (Sond dixum!) ku ewa (Qur´an a) bi rastî pûçî û rastîyê ji hev ra diqetîn e.
14; Û ewa (Qur´an a) tinaz nîn e.
15; Bı rastî ewan (filan ji bona pûçatê ya Qur´an ê) endezan dikin.
16; Ez bi xweber jî (ji bona girtina wan) defikan pev dixim.
17; Îdî (Muhemmed!) tu ji bona wan filan ra firsetê bide, bira ewan hedî-hedî (di rê ya xwe da her in.
Qurana Kurdî Bixwînin | Qurana Pîroz
Pages: 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31 32 33 34 35 36 37 38 39 40 41 42 43 44 45 46 47 48 49 50 51 52 53 54 55 56 57 58 59 60 61 62 63 64 65 66 67 68 69 70 71 72 73 74 75 76 77 78 79 80 81 82 83 84 85 86 87 88 89 90 91 92 93 94 95 96 97 98 99 100 101 102 103 104 105 106 107 108 109 110 111 112 113 114