Qurana Kurdî Bixwînin | Qurana Pîroz

Chapter 84 (Sura 84)
1; Gava ezman derizî.
2; (Ezmen) ji Xuda yê xwe des­tûr xwest (ku bi sitûxarî wekî babetî ya wî) bi gotina wî (perestî ya) wî bike.
3; Û gava zemîn direj bûye (rast bûye).
4; Û di hundurê (zemîn da) çi heye, hemî avêtî ye derva, îdî vala maye.
5; Û (zemîn) ji Xuda yê xwe des­tûr xastîye (ku bi sitûxarî wekî babetîye wî) bi gotina wî (perestî ya wî) bike.
6; Merivo! Bi rastî tu dixebitî, ku tu herî bal Xu­da yê xwe, îdî (tu wusa bixebit e) tu yê bigehêjî wî.
7; Di wê gavê da îdî pirtûka kîjanî (bi destê) rastê bê danê.
8; Ewê hijmarek e hindik û hêsanî bibîn e (derbasbibe).
9; Û ewa li bal malîne xwe da bi şahî dizvir e.
10; Lê pirtûka kîjanî di alîyê pişta wî da hatibe daînê.
11; Îdî ewê ji bona xwe ra gazî teşqela bike.
12; Ewê li bal doja pêtan da bê kişandin e.
13; Loma ewa (di cihanê da) di nava malînê xwe da dilşabû ye (qe tiştek ji vê şapatê ne dianî bîra xwe).
14; Loma bi rastî (ewê gunehkar) guman kiribû, ku bi rastî îdî ranabe. -1ı
15; Na! (bi rastî wê bêne şandinê) loma bi rastî Xuda yê wî ewî dibîne.
16; Ho! Bi segura sibehê.
17; Û bi şevê û bi wan tiştên, ku şevê di xwe da pêçaye.
18; Û bi hîva (çarde) şevî.
19; (Sond dixum!) ku hûnê ( bi temtilekî li bal temtêla mayî da bêne rêkxistinê.
20; Îdî gelo ji bona wan (filan ra)çi bûye, ku ewan hêj bawer nakin?
21; Û gava ku Qur´an ji bona wan ra tê xwundinê ewan (ji bona Yezdan ra) kunde nabin?
22; Lê ewanê bûne file hene! (gava Qur´an ji bona wan ra tê xwundinê) ewanan (Qur´an ê) didine derewdêrandinê
23; Yezdan bi xweber jî (ewa tişta, ku ewan filan di hundurê xwe da veşartin e) bi wan çêtir dizane.
24; Îdî (Muhemmed!) tu ewan (fi­lan) bi şapateke dilsoz bide mizgîndanê.
25; Bi tenê ewanê bawer kirine û karê aştî kirin e hene! kêryeke bêpaşî ji bona wan ra

Pages ( 84 of 114 ): « Previous1 ... 8283 84 8586 ... 114Next »