Qurana Kurdî Bixwînin | Qurana Pîroz

Chapter 83 (Sura 83)
1; Ewanê ku di keş û pîvandina xwe da kemasî dikin, xwelî li wan be.
2; Ewanan gava tiştekî ji merivan bistînin; pîvandina wî bê kêmasî pêktîn in.
3; Gava ewan ji bona merivan ra bipîvin ya jî bikişîn in; ewan di kêş û pîvandina xwe da kêmasî dikin.
4; Maqey ewan guman nakin ,ku wê ewanê (ji piştî mirinê) rabin herne civînê?
5; Ji bona royeke mezin (wê rabin).
6; ku di wê royê da meriv radibe (hijmara kirinê xwe) ji bona Xuda yê cihanê ra (dide).
7; Na! (gotî ewan kêş û pîvanê xwe bi kêmasî nekin) loma bi rastî nivîsara (ki­rinê) gunehkaran di sicîlan da hatîye pêk anînê.
8; (Muhcmmed!) tu ji ko dizanî ka sicîl çîye?
9; Ewa (sicîla deftereke wusane) hemû kirinan tê da cî hilda ye.
10; Di wê royê da xwelî li derewdêran be.
11; Ewan (derevdêran) roya xelat û celatan didine derewdêrandinê.
12; Ewê royê hey ewanê ji tuxûbê xwe borî û gunehkar, didine derewdêrandinê.
13; Gava beratenê me ji bona wî ra, tên e xwundinê ewî (aha) gotîye: “Evan çîvanokê berêne.”
14; Na! (bi gotina wan nîne). Lê bi rastî bi sedema keda wane kirî gemarê li ser dilê wan girtîye.
15; Na! (bi gotina wan nîne, keda wan jî bi tenê nîne) loma bi rastî ewanan di wê royê da ji Xuda yê xwe rûreş in.
16; Paşê ewanê li bal doji da bîne avêtinê.
17; Wê hej paş da ji bona wan ra aha bêgotinê: “Ewa tişta ku wê pê bawer ne dikir, eva ye (îdî de ji şapata wê çeşne bikin).”
18; Na! (wekî gotina we nîne) loma bi rastî nivîsara kirinê wanê qencîkarê, di jora bilinddan in.
19; (Muhemmed!) tu ji ku dizanî, ka jora bilind çîye?
20; Ewa (jora bilind deftereke wusane) hemû kirinan tê da cî hildan e.
21; Ewan (feriştene) nêzîk, nêhrewanî ya wî dikin.
22; Loma bi rastî qencîkar di (behişta) xurekadan in.
23; Li ser kursîyan temaşa dikin
24; Tu di rûyê wan da, şopa qencîyan nîyas dikî.
25; Ewan, bi meya devgirtî ye xurî tên e avdanê.
26; Derxûnê wî miske (ya jî daw ya wê meyê misk e). Îdî bira dexes (di van xelatan da) dexesî bikin.
27; Pê vexwarina wê (meyî) meya bi nav Tensîm e.
28; Ewa (Tensîm a) kanyeke wusane, ji wê (kanîyê) hey ewanê nêzîkê (Yezdan) vedixun.
29; Bi rastî ewanê gunehkarî dikirin hene! Ewanan, bi wanê bawer kiribûn e dikenîyan.
30; Gava ewanê (gunehkar) li bal wanê (bawerker da) diborîn li hev mêze dikin çav diniqîn in (bi bawerkeran tinazan dikin).
31; Û gava (ewan gunehkaran) li bal malînê xwe da zivirîn e, ewan bi xweşî (bawerkeran) di nava xwe da bi ken mijûl dibin.
32; Û gava (ewan gunehkaran, bawerker) dîtin e; ji hev ra (aha) gotin e: “Bi rastî evan (bawerkeran) rêya xwe wunda kirin e.”
33; Ewan (gunehkaran dizan in) ku bi dîdevanî li ser wan (bawer­keran) ne hatin e şandinê, ji bo ku ewan biparisîn in.
34; Îdî di îro da jî ewanê bawer ki­rin e hene! ewan (bi wanê gunehkar) di ken in.
35; Ewan (bawerkeran) li ser textegahan (li wan filan) mêze dikin.
36; Çane! (ka mêze bikin) gelo fi­lan gerewa kirinên xweyên dikiribûn e, dîtin e?

Pages ( 83 of 114 ): « Previous1 ... 8182 83 8485 ... 114Next »