Qurana Kurdî Bixwînin | Qurana Pîroz

Chapter 81 (Sura 81)
1; Gava roj hate pêçandinê, herikî.
2; Û gava siterk (ji hev) verişîn ketne xarê.
3; Û gava çîya (ji zemîn bûne leylan) çûn.
4; Û gava dest ji malê civyayî hate berdanê (ya jî gava dest ji wê dema deh meh li ser da borî; gavê zayîna wê hatîye, hate berdanê).
5; Gava (tarişê) hov hatine civandinê.
6; Û gava avşîn li ser hev da kelîya, tevê hev bû.
7; Û gava can bi hev ra zo dibin.
8; Û gava ji keça hêj bûyî hate pirsînê.
9; Ji bo çi ewa hatîye kuştinê (bi zindî hatîye çal kirinê)?
10; Û gava rûpelên defterên (kirinan) têne vekirinê.
11; Û gava rûyê ezman ji dûmanan hate vekirinê.
12; Û gava doj bi pêtê agir hate pêxistinê.
13; Û gava behişt nêzîkê (merivan) bû.
14; Hemî kes dizane, ka (ji bona xwe ra) çi amade kirîye.
15; Ho! ez bi wan (siterkên ku di rojê da) tene veşartinê.
16; Di şevê da (wekî asan-xezal di guherê xwe da) dicivin.
17; Bi wê şevê, gava pişta xwe (daye taritîyê).
18; Bi wê sibehê gava ruhnaya wê derdikeve û bêhna xwe dide.
19; (Sond dixum!) evanê (Muhemmed ji bona we ra dibêje) peyvê qasidekî (Yezdan ê) ku bi rûmet û dilşad e.
20; Ewa qasida li bal (Yezdan ê) xweyê arşê bi hêz û xweyê cî ye.
21; Bi gotina wî (qasidê) tê kirinê û ewle ye.
22; Û hevalê we bi xweber jî tepa ketî nîne.
23; Û bi sond! (Muhemmed) ewa (qasida) li bêlanê bilindê xûyayî da dîtîye.
24; Û (Muhemmed) bi xweber jî ji bona (niqandina Qur´an ê bi ne xûyayî) nayê rexnekirinê.
25; Ewa (Qur´an a) gotina pelîdê deherandî jî nîne.
26; Îdî bi vira jî ka hûn kuda diçin (û bi çi bawer dikin)?
27; Ewa (Qur´an a) hey ji bona hamû gerdûnê ra şîretek e.
28; Ji bona wî kesê ji we, ku divê xwe rast bike (şîret e).
29; Hûn bi xweber jî hey tişta Yezdan ê Xuda ê cihanê va ye, dikarin ji bona xwe ra bivên.

Pages ( 81 of 114 ): « Previous1 ... 7980 81 8283 ... 114Next »