Chapter 80 (Sura 80)
1; Rûyê xwe tirş kirîye û pişta xwe (daye).
2; Ji bo ku ewa kora hatîye.
3; Tu çi dizanî? Bi rastî dibe ku xwe paqij bike.
4; Yan jî şîretan bike, îdî şîret kêrî wî werin.
5; Lê ewê, xwe hewce nabîne.
6; Îdî tu ji bo wî ra raber dibî.
7; Û çi ji te ra ku ewa xwe ji (filetîyê) paqij nake.
8; Lê ewê bi lez hatîye bal te.
9; Ji (Xuda) tirsîyaye, loma hatîye.
10; Îdî tu jî ji wî rû difetilînî!
11; Na! (wusa nabe) loma bi rastî (Qur´an) şîretek e.
12; Îdî kîjan ji vê, wê ewê şîretê hilde.
13; Ewa (Qur´an a) di rûpelne rûmetdar danin.
14; Bilind û paqij e.
15; Di destê balyozne (ji firêşte danin).
16; Ewan (firêştan) rûmetdar û qencîkar in.
17; Xwelî li meriva be, çiqas nankor in.
18; (Gelo) ewa (meiva) qe mêze nake, ka (Yezdan) ewa ji çi afirandîye?
19; (Yezdan) ewa ji aveke tîre avotek afirandîye, îdî paşê ji wî ra rûçik daye.
20; Paşê (Yezdan) rêya wî hêsanî kirîye.
21; Paşê (Yezdan) ewa mirandî ye, îdî ewa xistîye gorê.
22; Paşê gava (Yezdan) bivê dîsa ewî zindî dike(di weşîne).
23; Na! (gotina merivan nîne) bi rastî tişta (Yezdan ferman) kiribû; ewî pêk ne anîbû.
24; Îdî bila meriv carekîli bal xurekê xwe ra mêze bike.
25; Me ça (ji bona piranîya xwarina wî) aveke pir rijandî ye.
26; Paşê me zemîn (ji bo hêşinaîyê) ça çirandî ye.
27; Îdî me (di zemîn da) lub hêşîn kirîye.
28; Û (me) tirî û nefel jî (hêşîn kirîye).
29; Û me zeytûn û xurme jî (hêşîn kirîye).
30; Û (me) bostanne (darê wan) ji hev derbvaz bûyî jî (hêşîn kirîye).
31; Û (me) êmîş û mêrg jî (hêşîn kiriye).
32; Ji bona (ku hûn daborya xwe pêk bîn in) me evan ji bona we ûtarişê we ra pêk anî ye.
33; Îdî gava dengê ku ji (bona) rabûna we ra te, guhan ker dike.
34; Di wê royê da meriv, ji birayê xwe direv e.
35; Û ji dîya xwe û ji bavê xwe jî.
36; Û ji hevalê jîna xwe û zarê xwe jî.
37; Di wê royê da ji bona heryekê ji wan ra temtêleke wî heye, ewa îdî hewcê tiştekî nabe,
38; Di wê royê da hinek rû hene diteyîsin
39; Mizgînvanî bi hev diken in.
40; Û di wê royê da hinek rû jî hene bi gemar in.
41; Reşatî û taritî ewan rûyan niximandin e.
42; Filene gunehkar evan bi xweber in.
Qurana Kurdî Bixwînin | Qurana Pîroz
Pages: 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31 32 33 34 35 36 37 38 39 40 41 42 43 44 45 46 47 48 49 50 51 52 53 54 55 56 57 58 59 60 61 62 63 64 65 66 67 68 69 70 71 72 73 74 75 76 77 78 79 80 81 82 83 84 85 86 87 88 89 90 91 92 93 94 95 96 97 98 99 100 101 102 103 104 105 106 107 108 109 110 111 112 113 114