Chapter 79 (Sura 79)
1; Bi wan (fireştene) can sitandne fereşandok.
2; Bi wan (fireştene) ku canan bi hêsanî distînin (û dev) bi kenin.
3; Û bi wan sitêrke (di hewa da) melevanî dikin.
4; Û bi wan (fireştene) daberhevne (ku ji hev) di borin.
5; Bi wî yê ku bûyerana pêk tîne (sond di xum)!
6; Ku roja (di stûrî da tê puf kirinê) hej(bi zemîn digire û ) di heje.
7; Li peyda jî hejeke dinê digire.
8; Di wê rojê da dil (ji mirûzûyê) di silikin.
9; Çavê (xweyê wan dilan ji tirsa) di telisin.
10; (Aha ) dibêjin: « ma qey bi rastî (ji piştî mirina me, ku em ketine goran) dîsa emê (wekî temtêla xweyê berê) rabin? »
11; « Qey gava em bibûna hestûyê rizî jî ? »
12; Ewan (aha) gotine: « bi rastî (eva) zivirandina zîyaneke.
13; Îdî (eva) bi rastî zaroke bitenê ye.
14; Nişkêva ewan hişyar bûn e.
15; Bi sond!ji tera dabaşa (serdaborya) Mûsa hatîye.
16; Gava Xuda yê (Mûsa) di newala pîrozê (bi nav) « Tuwa » da gazî wî kirîye.
17; (Ji ra aha gotîye): « tu here bal Fir’ewn, loma bi rastî ewa ji avaril derketî ye ».
18; Îdî tu (ji bo wî ra aha) bêje: « tu hez dikî, ku ez beledîya te li bal rîya rast da bikim, ku tu (ji sikatîyan) fereste bibî? »
19; Heke îdî tu (ji Xuda yê xwe , yan jî ji danê dawîyê) bi tirsî, ezê belidî ya te li bal Xuda yê te da bikim.
20; Îdî (Mûsa) beratenê mezin daye nîşanê Fir’ewn.
21; Paşê (Fir’ewn)ewan (beratan) dane derewdêrandinê, serî hilda.
22; Paşê pişta (xwe daye Mûsa) bi lez çû ye.
23; (Merivê xwe) civandin îdî (aha) li wan çir kirîye.
24; Û (aha ji bona wan ra) got : “bi rastî ez xudayê weyê bilintirê mezin im.”
25; Îdî Yezdan ewa wusa şapat kir, ku ewa bi wê şapatê ji bona wanê borî û para da tên bûye (bereketa sodret).
26; Bi rastî ji bona wanê , ku (ji Yezdan) ditirsin di van (bûyeran da) beratenê sodret hene.
27; Gelo di afirandinê da (ji piştî mirinê) ku hûn têne afirandinê zor e, yan jî (afirandina) ezmanan ? (ewî ezman) ava kirîye.
28; Ewî (ezman )di jor da bilind kirîye, îdî wekî hev rast kirîye.
29; Û şeva wî (ezmanî) tarî kirîye, roja wî ronahî kirîye.
30; Paşê (Yezdan) zemîn jî gulok kirîye.
31; Ewî ji zemîn, av û kovîçêrê wî derxistîye.
32; Û çîyane (zemîn jî) di zemîn da birakutî şandî ye.
33; Ewî (evan) ji bona wê û ji bona tarişê we ra kirine (j ibo ku hûn daborîya xwe pêk bînin).
34; Îdî gava ewa aşîta mezin hat (hemû tişt hildan e binê xwe, tune kirîye).
35; Di wê rojê da merivan çi kiribin tînin e bîra xwe.
36; Û doj jî ji bona wanê dibînin ra xuya bû ye.
37; Îdî kîjan ji (rîya rast derketibe) avarû rijandibe.
38; Û jîna cihanê ji xwe ra helbijartin e.
39; (Ji bona wî ra) bi rastî êwra wî doj e.
40; Û kîjan jî ji (hewandina di hemberê) Xuda yê xwe tirsîyabe û xwe ji xwastina canê xwe parisandibe.
41; (Ji bona wî ra) bi rastî êwra wî hey bihêşt e.
42; Ewan ji te danê qarsê dipirsin ; ka danê şandina (qarsê) kengê ye ?
43; (Heke Yezdan nebe) tu ji kêderê dikerî (zanîna bi danê qarsê) bêjî ?
44; Dawîya (zanîna )ji wî danî hey li bal Xuda yê te ye.
45; (Muhemmed!) tu hey dikarî ewanê ji (hejmara di roja qarsê da) ditirsin, bidî hişyar kirinê.
46; Gava (ewan) wê rojê dibînin tu bidê qey ewan (di cihanê da) şevekî, yan jî danê taştî ya wê (şevê) man e (wusa diqilqilin).
Qurana Kurdî Bixwînin | Qurana Pîroz
Pages: 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31 32 33 34 35 36 37 38 39 40 41 42 43 44 45 46 47 48 49 50 51 52 53 54 55 56 57 58 59 60 61 62 63 64 65 66 67 68 69 70 71 72 73 74 75 76 77 78 79 80 81 82 83 84 85 86 87 88 89 90 91 92 93 94 95 96 97 98 99 100 101 102 103 104 105 106 107 108 109 110 111 112 113 114