Qurana Kurdî Bixwînin | Qurana Pîroz

Chapter 78 (Sura 78)
1; Ewa (filan) çi tiştî ji hev dipirsin?
2; (Qey) ewan ji wê Peyva (Qarsîya) mezin ji hev (dipirsin?)
3; Ewa (Qarsî ya) ku ewan (di hebûna) wê da ne wek hevbûne.
4; Na! Bi rastî (wekî gotina wan nîne,lê ewanê) di nêzîk da bizanin.
5; Paşê (dîsa wekî gotina wan nîne, lê ewanê) di nêzîk da bizanin.
6; Maqey me zemîn (ji bona wan ra) nexistîye hêlan?
7; (Me) çîya jî (ji bona zemîn ra ne xistîye) sing?
8; Û me hûn bi zotî afirandine.
9; Me xewa we jî (ji bona ew ra) xistîye rawestandin.
10; Û me şev jî (bi tarîtî ya wê va ji bona we ra) xistîye xewkirin.
11; Û me roj jî (ji bona we ra) xistîye (danê) jînê (ji bo ku hûn tê da bixebitin).
12; Û me di jora we da heft ramaxne bi hêz ava kirîye.
13; Û me (di wan ramaxana da) çirane çilwulok çêkirine.
14; Û me ji ewrne givaştok aveke şîroke hinartîye.
15; Ji bo ku em bi wê (avê) lub û hêşnayan derxin.
16; Û em (bi vê avê) bax û rezne li hevalyaî (derxin).
17; Bi rastî roja (pûçaî û maf) ji hev radiqete heye! Bûye danê radewa ê.
18; Hûnê di roja di stûrî da tê puf kirinê, îdî deste deste werin.
19; (Di wê rojê da) ezman vebûye; îdî derî derî çêbûye.
20; Û çîya (ji şûna xwe) hatine ajotinê, îdî bûne leylan.
21; Bi rastî doj jî bûye dîdevan.
22; Ji bona wanê rê derketî bûye êwir.
23; Ewanê di wura da pur danan bimînin.
24; Ewan (di dojê da) saritî û ave çeşne nakin.
25; Hey hilmojek û kêmê (çeşne dikin).
26; Eva celata (ji bona kirinê wan ra) gavîkan bûye.
27; Loma ewan guman ne dikir, ku wê kirinê wanê bêne hijmartinê.
28; Û ewan beratene me bivir di dane derewdêrandinê.
29; Û hemî tişt me bi nivîsarî hijmartîye.
30; Îdî hûn çeşna (kirinê) xwe bikin, îdî em ji bona we ra hey şapatê pur dikin.
31; Bi rastî ji bona Xuda parizan ra serfirazî hene.
32; Bostan û rezê tiryan (hene).
33; Perîne hevsalî, ku memikne wan hêj gulîkdane (hene).
34; Û kasikne tijî mey (hene).
35; Ewan (Xuda parizan) di wura da vir û mijûlîne kêrnehatî nabihên.
36; (Eva) xelata ji Xuda yê te(ji bona wan ra hatîye dayînê) dayîneke wusane nayê hijmartinê.
37; Xuda yê ezman û zemîn û di nîveka wan herdukan da heyî (Yezdan ê) dilovan e; ewan (heyan)qe ji wî mijûl nabin.
38; Di wê rojê da can û fereşte gargî dibin, li bal wî ji pêştirê wîyê ku Yezdan ê dilovanji bona wî ra destûra axiftinê daye û gotinê qencî bêje, qe tu kes nikare bi axive.
39; Roja mafê (ku hatîye peyman danê) evaye. Îdî kîjan bi vê ewa li bal Xuda yê xwe (ji bona xwe ra) êwrekî digire.
40; Bi rastî me hûn bi şapateke nêzîk dane hişyarkirinê. Di wê rojê da meriv li bal wan tiştne, ku hêj di berê da kirîya mêze dike û file (aha) dibêje: “xwazîka ez xwelî bûma (ne hatima vê derê).“

Pages ( 78 of 114 ): « Previous1 ... 7677 78 7980 ... 114Next »