Qurana Kurdî Bixwînin | Qurana Pîroz

Chapter 77 (Sura 77)
1; Bi wan (bayê) şandayê (peywestene) ji bona qencîyan.
2; Bi wan (bayê) bagerok.
3; Bi wan (bayê) vekerokê (tiştan e).
4; Bi wan (bayê) ji hev derxistok.
5; Bi wan (bayê) bûyerên (borî) tîne bîra merivan.
6; Tatan û ya jî hişyarîyê.
7; (Sond dixum!) tişta ji bo­na we ra hatîye peymandanê, wê hatibe.
8; Îdî gava sitêrk biçilmisin.
9; Û gava ezman ji hev çirya (ji hev çû).
10; Gava çîya hatine jenandinê.
11; Û gava qasid (ji bona nihrewanîyê) danê ra dewanîyê dabe.
12; (Aha tê gotinê): “Ji bona kîjan royê “Dan” para hatîye danînê?
13; Ji bona roja berewanî (tê da tê kirinê).
14; Tu ji ku dizanî, ka roja berewanîyê çîye?
15; Di wê royê da, xwelî li derewdêran be!
16; Maqey me ewan (virekê) berê teşqele ne kirîye?
17; Paşê emê ewanê para da mayî jî bûne peyrewê wan.
18; Bi vî awayî em gunehkaran (celat) dikin.
19; Di wê royê da xwelî li derewdêran be.
20; Maqey me hûn ji aveke sike tîr ne afirandîne?
21; Îdî me eva (ava) di ewreke parisvane bi hêz da cîh kirîye.
22; Heya danekî dîyarî.
23; Îdî me ewa (ava) pîva (xistiye meriv). Îdî pîvdanok çiqa qenc e!
24; Di wê royê da xwelî li derewdêran be.
25; Maqey me zemîn ne xistîye şûna civînê?
26; Ji bona zindî û miryan.
27; Û me di zemîn da çîyane bilindê dirêj binecî danîne û me hûn bi ava hêsaî û şirin dane avdanê.
28; Di wê royê da xwelî li derewdêran be.
29; Hûn (gelî filan!) li bal wê (şapata) ku we bi hatina wê derew dikinir, herin.
30; Hûn li bal wê sî ya (doja) sê şax da herin.
31; Ewan (sîyan) sîwanê nakin û ji pêtê agir jî (naparisînin).
32; Bi rastî ewa (doja) pêtê wusa devêje, ta dibê qey wekî koşkan in.
33; Ewan (pêtê hatine avêtinê) tu dibê qey pîletê keleka nin (ji agirê) sor (dirêj bûne).
34; Di wê royê da xwelî li derewdêran be.
35; Eva roja royeke wusane qe ewan tê da na-axivin.
36; Ji bona wan ra destûr nayê dayînê heya, ku ewan tatê xwe jî bixwazin.
37; Di wê royê da xwelî li derewdêran be.
38; Ewa roja (ku pûçî û rastî ji hev ra diqete) eva ye. Emê we û ewanê berya we da (di vê royî da) bicivînin.
39; Îdî heke ji bona we ra endeze hene (ku hûn xwe bi wan fereste bikin) ka ji bona xwe ra endezan bikin.
40; Di wê royê da xwelî li derewdêran be.
41; Bi rastî Xuda-pariz di nava sîwan fi kanî ya danin.
42; Di nava êmîşên dilxwastî danin.
43; Hûn (gelî Xuda parizan!) bi sedema kirinê xwe bigivirandin bixwun û vexun, noşê canê we be.
44; Bi rastî em bi vî awayî qenckaran xelat dikin.
45; Di wê royê da xwelî li derewdêran be.
46; (Gelî gunehkaran!) hûn hindik bi xwaşî bixun û bijîn. Qe (tu zîyan tuneye) bi rastî hûn gunehkar in.
47; Di wê royê da xwelî liderewdêran be.
48; Gava ji bona wan ra hatîye gotinê: “Hûn ji bona (Yezdan ra) xwe kûz bikin. Ewan (ji bona Yezdan ra biperestî) xwe kûz nakin.
49; Di wê royê da xwelî li derewdêran be.
50; Îdî gelo ji piştî (Qur´an ê) ewanê bi kîjan axiftinê bawer bikin?

Pages ( 77 of 114 ): « Previous1 ... 7576 77 7879 ... 114Next »