Chapter 75 (Sura 75)
1; Ho! Ez bi roya qarsê sond dixum.
2; Û ho! ez bi canê, ku (li ser kirinê xweyê sik) li xwe tatan dike sond dixum.
3; Qey meriv guman dikin, ku ji (piştî mirinê) em hestûyê wan nacivînin?
4; Erê! (emê hestûyê wan bicivînin) em dişên, ku momikê tilîyê wan jî rast bikin.
5; Lê bi rastî meriv di vên, ku di berxwe da jî (aşîtan) derxin (loma bi peyweste gunehan dikin).
6; (Bê tebat) meriv dipirsin; ka roya qarsê kîngê ye?
7; Îdî gava çav dibirûs e.
8; Û rûyê hîvê hatibe girtinê.
9; Û roj û hîv bi hev ra civyabin.
10; Di wê royê da meriv (aha) dibêjin: “Ka merivê kuda bireve?”
11; Na! (rev çênebe) loma tu penah tune ye.
12; Di wê royê da hewandin hey li bal Xuda yê te ye.
13; Di wê royê da ji bona merivan ra tişta ewan pêş û paş xistîye tê gotinê.
14; Bi rastî (di wê royê da) meriv li ser xwe; bi kirin û ne kirinê xwe dîdevan e.
15; Çiqa hinek tatê xwe jî bêje.
16; (Muhemmed!) tu zimanê xwe (hêj di berya dawî ya niqandê nehatî ye) ji bona lez kirina (ezber ya Qur´an ê) ne hejîn e.
17; Loma bi rastî civandin û xwundina wê (Qur´an ê) li ser me ye.
18; Îdî gava me Qur´an xwund, tu jî îdî bibe peyrewê wê xwundinê.
19; Paşê bi rastî huzwartina wê (Qur´an ê) li ser me ye.
20; Na! (hûn ji lezbûnê para naçin) lê hûn ji lezbûnê hez dikin.
21; Û hûn dest ji para da jî berdidin.
22; Di wê royê da hinek rû hene, ji bedewî ya xwe diçilwulin.
23; Li bal Xuda yê xwe da mêze dikin.
24; Û di wê royê da hinek rû jî hene, temirîn e.
25; Loma guman dikirin, ku wê hestûyê pişta wan bê şikênandinê.
26; Na! (bira lez nekin). Lê gava can gihîjte pira hestûyê stû.
27; Û (aha) bê gotinê: “Gelo kê dikare (ewî derman bike) rake”.
28; Û ewî guman kirîye, ku bi rastî îdî danê raqetandina wî ji cihanê ye.
29; Îdî (ji zerpa mirinê) çîq li hev aylan e.
30; Di wê royê da hey şandin li bal Xuda yê te da ne.
31; Îdî ewî (fileyê) rastdarî û nimêj ne kirîye.
32; Lê hey vir kirîye, pişta xwe da ye wan.
33; Paşê çû ye bal malînê xwe, xwe qure kirîye.
34; Îdî (mêriko!) xwelî ji bona te ra be, xwelî li serê te be.
35; Dîsa xwelî ji bona te ra be, xwelî li serê te be.
36; Maqey meriv guman dikin, ku merivê bahorde bê berdanê?
37; Maqey ewa (meriva) ji aveke hilwejoke bênketî çi ne bûye?
38; Paşê bûye zûryekî, îdî (Yezdan) ewa afirandîye û pêk anîye.
39; Îdî (Yezdan) ji wê du zon e; nêr û mê çê kirîye.
40; Maqey ewê ku, evan (bi afirîne) naşê ku miryan zende bike!
Qurana Kurdî Bixwînin | Qurana Pîroz
Pages: 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31 32 33 34 35 36 37 38 39 40 41 42 43 44 45 46 47 48 49 50 51 52 53 54 55 56 57 58 59 60 61 62 63 64 65 66 67 68 69 70 71 72 73 74 75 76 77 78 79 80 81 82 83 84 85 86 87 88 89 90 91 92 93 94 95 96 97 98 99 100 101 102 103 104 105 106 107 108 109 110 111 112 113 114