Chapter 71 (Sura 71)
1; Bi rastî me Nûh li bal koma wî da şandîye (me ji Nûh ra aha gotîye: “Nûh!) hêj di berîya, ku ji komalê te ra şapateke dilsoz ne hatîye; tu komalê xwe bide hişyar kirinê”.
2; (Nûh ji bona wan ra aha) gotîye: “gelî min! bi rastî ez ji bona we ra hişyarvanekî xûyame”.
3; Hûn perestî ya Yezdan bikin û bi gotina min bikin.
4; (Heke hûn aha bikin. Yezdan ê) hinekî ji gunehên we ji bona we ra bibexşîne û wê ewayê heya danê nevdaî we para da bihile. Bi rastî heke hûn bizanin; gava danê dawîyê hatibe, nayê paradanê.
5; (Nûh ji Xuda aha lava kirîye û) gotîye: ” Xuda yê min! bi rastî min komalê xwe di şev û rojê da (li bal te da) gazî kirîye”.
6; Îdî gazîkirina min ji wan ra hey revandina wan para da pir kiriye.
7; Bi rastî ji bo ku tu ewan bibexşînî, min çiqa gazî wan kirîye ewan kincên xwe li xwe dipêçandin û tiliyê xwe dixistine guhê xwe (ji bo ku deng neçe wan înç dikirin, ji quratîyê xwe mezin dikirin..
8; Paşê bi rastî min ewan bi eşkere gazî kirin (ku ji kirinê xwe poşman bibin).
9; Paşê bi rastî min, ji bona wan ra (doza xwe) eşkere kir, ça min ji bona wan ra (doza xwe) bi veşartî penha kiribû.
10; Îdî minji wan ra (aha) got: “hûn ji bona xwe ra ji Xuda yê xwe baxişandina xwe lava bikin. Loma bi rastî (Xuda yê we) baxişkar e.
11; (Hûn jî wî baxişandinê bixwazin) ji bo ku di jor da li ser we da baranê bişîne!
12; Ji bo ku ewa (berxudar ya we) bi mala û zaran pir bike, ji bona we ra bostan ş çeman çê bike.
13; (Gelî min!) ji bona we ra çi bûye; ku hûn bi kubarî gazî Yezdan nakin?
14; Ewî bi xweber jî hûn ji temtêlne curecure da afirandine (qey hûn naponijin).
15; Maqey hûn nabînin, Yezdan ça hevt ezman wekî hev afirandîye?
16; (Yezdan) hîv di wan (ezmanan da) xistîye rohnayî û roj jî xistîye çira.
17; Yezdan hîn ji zemîn (wekî çêre) hêşîn kirine.
18; Paşê wê dîsa we bixe zemîn, dîsa we ji zemîn derxe, carbicar aha bike.
19; Yezdan zemîn ji bona we ra xistîye binrax.
20; Ji bo ku hûn di rêne firene (di zemîn da) hatine vekirinê, bigerin.
21; Nûh (gava dêna xwe dayê ku şîretên wî ji bona komalê wî ra qe kêrê wan ne hatîye, ji Xuda yê xwe aha lava kirîye û) gotîye: “Xuda yê min! bi rastî ewan bê gotina min kirine û bûne peyrewê kesekê wusa, komal û zarê wî ji bona wî ra hey zîyana wî pir kirine”.
22; Ewanan endezene mezin kirine.
23; (Ji hev ra) gotine: “hûn (gelî me! bi gotina Nûh) dest ji Xudan yên xwe bernedin û hûn dest (ji Xuda yê bi nav) Wed û Sewa û Yexûs û Ye´ûq û Nesir bernedin”.
24; Bi sond! ewan bi vî awayî pir kes ji rê ya rast derxistin e. Tu bi xweber jî ji bona cewrkaran hey teşqelan pir dikî.
25; Ji ber dexelîne wan ewan (di avê da) feşirîn, îdî ketine agir. Ji bona wan ra ji peştirê Yezdan, îdî qe rastî tu arîkarî ne hatîye.
26; Nûh (aha lava kirîye û) gotîye: “Xuda yê min! tu ji bona filan ra li ser zemîn qe tu welatê nehêle”.
27; (Xuda yê min!) bi rastî heke tu ewan (filan li ser zemîn) bihêlî, ewanê bendene te ji rê ya te derxin, ewanê hey filene bê xûne (cewrkar) bizêyînin.
28; Xuda yê min! tu min û da û bavê min û ewanê bi bawerî dikevine xênîyê min û mer û jinê bawer kirine bibexşînî. (Xuda!) tu ji bona cewrkaran ra hey teşqelê pir bike
Qurana Kurdî Bixwînin | Qurana Pîroz
Pages: 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31 32 33 34 35 36 37 38 39 40 41 42 43 44 45 46 47 48 49 50 51 52 53 54 55 56 57 58 59 60 61 62 63 64 65 66 67 68 69 70 71 72 73 74 75 76 77 78 79 80 81 82 83 84 85 86 87 88 89 90 91 92 93 94 95 96 97 98 99 100 101 102 103 104 105 106 107 108 109 110 111 112 113 114