Qurana Kurdî Bixwînin | Qurana Pîroz

Chapter 69 (Sura 69)
1; Maf (bi rastî di roja qarsê da) ne.
2; (Roja) qarsê çîye?
3; Ka çi tişt e bi te daye zanînê(roja) qarsê çîye?
4; Semûdîyan û Adîyan (danê) qarsê (dan e) derewdêrandinê.
5; Îdî Semûdî bi sedema ku ji avarû derketibûn, hatine teşqele kirinê.
6; Lê Adîyan bi babelîzkeke bi denge zor hişk hatine teşqele kirinê.
7; (Yezdan ewa baya) bi ser wan da hevt şev û hevt rojan bi peywestî anîye, îdî te digo qey ewa komala di nava wî baî da bi xwe va çûne, wekî çiqilê darê xurm kefikî, diketin
8; Îdî qe tu ji wan para maîyan dibnî?
9; Fir´ewn û ewanê berya (Fir”ewn jî) û (komalê) bajarê kavil bûne, bi xeletîne xwe va hatine.
10; Îdî ewan bê gotina qasidê Xuda yê xwe kirine, îdî (Xuda yê wan jî, ewnan) bi şapateke mezin (dane şapat) kirinê.
11; Bi rastî gava av rabû ye, me hûn hildane kêleka kişyaî da.
12; Ji bo ku guhekî vala ewî bi xweber bi parisîne, me ji we ra xistîye şîreteke (sodret).
13; Îdî gava di sturî da bi carekî tenê tê puf kirinê.
14; Û zemin û çîyan tene rakirinê, bi yek carekî û hev dikevin.
15; Îdî bûyera qarsê di wê royê dan e.
16; Îdî ezman di wê rojê da çirîye; hatîye daweşandinê.
17; Û ferişten jî li ser lêvê ezman in. Şixwa di wê rojê da arşê Xuda yê te heşt (ferişte) hil didin.
18; Di wê rojê da hûn (ji bona Yez­dan ra) têne raber kirinê, ji we tu veşartî ji (Xuda) penha namînin.
19; Îdî ji bona kîjanî ra pirtûka wî bi destê rastê hatibe dayînê (aha) dibêje: “Ka pirtûka min bi xwûnin (hemî qencîne).”
20; Loma bi rastî min guman kiribû, ku ezê rastê vê hijmarê wer im.
21; Îdî ewa di jîneke pê qayîl dan e.
22; Di behişteke bilind dan e.
23; Guşîne (darê) wê nêzîk in.
24; Bi sedema (wan karên qencîne) ku we di wan rojê borî da (pêş da kirîye) îdî hûn bixun û vexun; li we bigivir e.
25; Lê ewê, ku pirtûka wî bi destê çepê ji wî ra hatîye dayînê; îdî (aha) dibêje: “Xwezîka ji bona min ra pirtûk ne hatibû ya dayînê.”
26; Min bi hijmara (kirinê) xwe nizanbû ya.
27; Xwezîka (mirina min) pêk hatibû ya (min evan ne dîtibûnan).
28; Qe malê min bi kêrê min nehat (evan şapatan dûrê min ne xistin).
29; Hêz û seroktî ya min çû(qe tu kar nekir).
30; (Yezdan ji bona nobedarê dojê ra aha) dibêje: “hûn ewî li bal dojê da bavêj in.”
31;
32; Paşê hûnê wî di zincîrê; ku pîletê wî hevtê zend in, beherin.
33; Loma ewî bi Yezdan ê mezin bawer ne dikir.
34; Ji bona daxwurinan belengazan qe helan ne dida tu kesî.
35; Îdî di îro da ji bona wî ra di vira da qe tu pismam tuneye.
36; Ji pêştirê kêmê, qe tu xwurin jî tuneye.
37; Ji pêştirê gunehkaran, qe tu kes (ewê xwurinê ) naxun.
38; Ho! Ez bi wan tiştên, ku hûn ewan dibînin.
39; Bi wan tiştên, ku hûn ewan nabînin.
40; Sond dixum! Ku ewa (Qur´an a) bi rastî peyva (Xuda ye) qasidê (Yezdan ê) dilşa anîye.
41; Ewa (Qur´an a) gotina bengîyekî nîne. Hûn çiqa hindik bawer dikin!
42; Ewa (Qur´an a) gotina fal zanan jî, nîne. Hûn çiqa hindik diponijin.
43; Lê ewa hey hînartineke ji Xuda yê cîhanê ye.
44; Heke ewî (qasidî) li ser navê me hinek gotin, aloze kirîbû ya.
45; Bi rastî meyê ji wî hêza wî hildabû ya.
46; Paşê meyê temarê canê wî jêkira.
47; Îdî tu kesî ji we nikaribû, ji wî (qasidî) eva şapata bida para da.
48; Bi rastî ewa (Qur´an a) ji bona Xudaparizan şîretek e.
49; Bi rastî me dizanî ya, ku hinekne ji we ewê didine derewdêrandinê.
50; Bi rastî eva li ser filan kovanek e.
51; Loma bi rastî ewa mafekî bê dudil e.
52; Îdî (Muhemmed!) tu navê Xuda yê xweî mezin bi perestî paqijiyan bike.

Pages ( 69 of 114 ): « Previous1 ... 6768 69 7071 ... 114Next »