Chapter 56 (Sura 56)
1; Gava (qiyamet)a rastîn çêbibe.
2; Ji çêbûna wê re tu derew nîne.
3; (Ji hina re) nizimker (û ji hina re jî) bilindker e.
4; Gava zemîn bi hejek zor bê hejandin.
5; Û çiya hûr hûr bibin.
6; Êdî bibin xulîkî berbayî.
7; Û hûn bibin sê deste.
8; Hevalê destê restê, çi heval in ên destê çepê!
9; Û hevalê destê çepê çi heval in ên destê çepê!
10; Ên pêþketî pêþketî ne.
11; Ên nêzbûyî evên han in.
12; Di bihiþtê xweþiyan de ne.
13; Komekî pirr ji pêþiyan.
14; Û hinekî jî ji paþiyan.
15; Li ser sedrê neqþandî ne.
16; Li ser wan li hember hev rûniþtî ne.
17; Li dora wan hin nûciwanên bêmirin digerin;
18; Bi tas û misîn û þerbikên ji serkaniyan (tijebûyî)
19; Ji wê (meyê) ne sergêj dibin û ne serxweþ dibin.
20; Û fêkiyên ku ji xwe re hildibjêrin.
21; Û goþtê çûka ku dilê wan diçê.
22; Û jinên çavbelek (ji wan re ne).
23; Ku ew wekî moriyê parastî ne.
24; Bergîdana tiþtê (li dinê) kirine.
25; Tê de, ne tiþtê beredayî dibihîzin û jî gunehkariya.
26; Ji pêþtirê gotina: “Silav Silav.”
27; Hevalê destê rastê çi heval in ên destê rastê!
28; Di nav (darê) gelyaza yên cuqlîtewandiyê bêdirrî de ne.
29; Û (darê) mûzê yên li ser hev hûnandî de ne.
30; Û li binê siyê dirêjbûyî ne.
31; Û di avê herikandî de ne.
32; Û di nav gellek fêkiyan de ne.
33; Ne tên birrîn û ne jî qedexe kirin.
34; Û di nav jinên bilindhêja de ne.
35; Bêguman me wan (jinan) hê ji nû ve çêkiriye.
36; Vêca me wan kiriye keçên xama.
37; Evîndarên hemsal in.
38; Ji bo hevalê destê rastê ne.
39; Komekî pirr ji pêþiyan.
40; Û komekî jî ji paþiyan.
41; Hevalê destê çepê çi heval in ên destê çepê!
42; Di nav germa agir û ava kelandî de ne.
43; Û siyî ji dûyê reþ de ne.
44; Ne hênik e û ne rind e.
45; Bêguman ew berî vî qeþmer bûn.
46; Û wan hey li ser gunehê mezin (kufr û pûtperestiyê) didomand.
47; Û wan digot ku: “Ma gava em bimirin û bibin xulî û hestî ma emê bera bêne rakirin?”
48; “Û bav û kalên me yên pêþîn jî?”
49; Tu bêje ku: “Bêguman pêþînî û paþînî tev.”
50; “Danê roja xuya wê her bêne civandin.”
51; Paþê hûn gelî rêþaþên derewkar!
52; Hûnê ji dara kerratiyê jî hey bixwin.
53; Vêca hûnê zika jê tije kin.
54; Êdî hûnê di ser re jî ava kelandî vexwin.
55; Vêca hûnê wek vexwarina devên nexweþ ên hergav tî (yan axa ku ji avê têr nabe) wexwin.
56; Roja xelat û celatê rozî û xwarina wan evê han e.
57; Me we aferandiye, vêca çima hûn rast nadêrin?
58; Vêca ma hûn tiþtê (avika) davêjin dibînin?
59; Ma hûn we diaferînin yan em aferandekar in?
60; Me mirinê di navbera we de (bi pîvan) parve kiriye û bi pêþiya me nayê ketin;
61; Ku em we bi hinekî wekî we biguherînin û em we di tiþtê hûn nizanin de çêkin.
62; Sond be we aferandina pêþîn zaniye, vêca çima hûn nafikirin-þîret nagirin?
63; Vêca ma hûn tiþtê dajon (çandiniyê xwe) dibînin?
64; Ma hûn wî dajon-çot dikin yan em cotkar in?
65; Eger me bixwesta, me yê wî bikirna ka-bêtene vêca hûnê sosret bimana.
66; (We yê bigotana:) “Bêguman em, çandiniyê me çû-deyndar man.”
67; “Ne, ji xwe em bêpar in.”
68; Vêca ma hûn ava ku vedixwin dibînin?
69; Ma we wê ji ewra barandiye yan em dibarînin?
70; Eger me bixwesta me yê wê (avê) tal bikirna, êdî ma çima hûn sipas nakin?
71; Vêca ma hûn agirê ku dertînin-pêdixin dibînin?
72; Ma we dara wî (agirî) çêkir yan em çêdikin?.
73; Me wî (agirî) kiriye bîrxistinî û xweþîkî ji bo rêwiyan (û hewcedaran) re.
74; Êdî tu navê perwerdekarê xwe yê mezin pak bêrî bidêre.
75; Vêca ne, ez sond dixwim bi þûnê sitêrkan (ku di wan deran de diweþin-dikevin).
76; Û bêguman ew (sond) sondekî mezin e-eger hûn bizanbin-.
77; Bêguman ew Qur´anekî birûmet e.
78; Di kitêbekî parastî de ye.
79; Ji ên paqijkirî pêve têkilî wê nabin.
80; Daxistinekî hin bi hin ji perwerdekarê hemû cîhana ye.
81; Vêca ma hûn vê peyva han biçûk dibînin-diderewînin?
82; Û hûn sipasê roziya xwe dikin ku hûn bera diderewînin?
83; Vêca ma çima gava (can) digihîje qirikê (hûn nikarin tiþtekî pê bikin?).
84; Û hûn wê gav hey dinêrin.
85; Û em ji we pê nêziktir in, lê belê hûn nabînin.
86; Vêca eger hûn ji dil bawer nakin (ku hûnê werin celat kirinê);
87; Eger hûn bera rastgon e çima hûn wî (canî) venagerînin?
88; Vêca heçî eger ew ji ên nêzbûyî be;
89; Êdî dilxweþî û gulê xweþbîhn (rihan) û bihiþta xweþiyan (jê re ye).
90; Û heçî eger ew ji hevalê destê rastê be;
91; Êdî ji hevalê destê rastê xweþî ji te re be.
92; Û heçî eger ew ji derewkarên rêþaþ be;
93; Êdî rozî û xwarinên ji ava kelandî (jê re ne).
94; Û emê wî têxin dojehê-wî biþewitînin.
95; Bêguman rastiya herî rast eva haye.
96; Êdî tu navê perwerdekarê xwe yê mezin pak bêrî bidêre.
Qurana Kurdî Bixwînin | Qurana Pîroz
Pages: 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31 32 33 34 35 36 37 38 39 40 41 42 43 44 45 46 47 48 49 50 51 52 53 54 55 56 57 58 59 60 61 62 63 64 65 66 67 68 69 70 71 72 73 74 75 76 77 78 79 80 81 82 83 84 85 86 87 88 89 90 91 92 93 94 95 96 97 98 99 100 101 102 103 104 105 106 107 108 109 110 111 112 113 114