Chapter 55 (Sura 55)
1; Mihrîban.
2; Da hînkirinê Qur´an.
3; Aferandiye mirovan.
4; Pê eliman peyv-daxuyan.
5; Roj û hîv in bi pîvan.
6; Serî datînin giyah û daran.
7; Rakir wî asîman û danî mîzan (mêzîn-terazî).
8; Da ku hûn serkêþî nekin di mêzînan.
9; Û hûn kêþanê bi dadî rakin û kêm nekin mêzînan.
10; Zemîn jî wî daniye ji mirovan (hemû candar û mexlûqan re).
11; Tê de hene fêkî û darê xurma yên goþîdar.
12; Û teneyên bi ka û pel û gulê bi bîhn (rihan).
13; Nexwe hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
14; Wî mirov ji herîkî (hiþk) wekî qafik aferandiye.
15; Û cinna jî ji agirek bêdû aferandiye.
16; Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
17; Perwerdekarê herdû rojhelat û perwerdekarê herdû rojavaya ye.
18; Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
19; Herdû deryayan berda ku digihên hev.
20; Di navbera wan de perdekî heye ku tevlîhev nabin.
21; Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
22; Ji wan morî û mircan dertên.
23; Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
24; Keþtiyên bilindê wekî çiyayan ku di deryayan de diherikin jî ên wî ne.
25; Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
26; Her kesê li ser rûyê zemîn e, namîne.
27; Tenê rûyê perwerdekarê te yê xwey meznahî û rûmet dimîne.
28; Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
29; Ên dî asîmana û zemîn de her ji wî dixwazin. Her roj ew di karekî de ye.
30; Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
31; Emê ji we re – gelî giraniyê (zemîn cinn û mirov!) – vala bibin.
32; Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
33; Gelî koma cinn û mirova! eger hûn dikarin ku ji çarmedorê asîmana û zemîn derên, êdî hûn derkevin. Lê hûn tenê bi hêzek xurt dikarin derkevin.
34; Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
35; Wê alav û dûyê ji agir bi ser we de bê þandin; êdî hûn nikarin yariya havûdin jî bikin.
36; Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
37; Vêca gava asîman qeliþî, êdî wek donê rengin (kesk û sor û ser) rengsorî bû (wekî hespê kumeyt ku reng bi reng dibe).
38; Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
39; Êdî wê rojê ne mirov û ne jî cinn ji gunehê xwe nayê pirsîn.
40; Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
41; Sûcdarên gunehkar bi sikûmên xwe tên nasîn vêca bi pocax û piyan tê girtin.
42; Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
43; Dojeha ku sûcdarên gunehkar wê diderewînin eva haye.
44; Ew di navbera wê û ava pirr kelandî de diçin û tên.
45; Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
46; Ji kesê ku ji þûna (meqamê) perwerdekarê xwe bitirse re du bihiþt hene.
47; Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
48; Ew herdû (bihiþt) xwedan cuqliyê rengîn in.
49; Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
50; Di wan de du kanî diherikin.
51; Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
52; Di wan de ji her fêkiyî du cot hene.
53; Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
54; Ew li ser doþekên ku betanê wan ji hevrîþimê qalind paldayî ne, û çinîna (fêkiyê) bihiþta li ber desta ye.
55; Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
56; Di wan de (jinên) tenê li mêrên xwe dinêrin hene ku berî wan ne tu mirov û ne tu cinn têkilî wan nebûne.
57; Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
58; Ew (jin) her wekî yaqût û mircanan e.
59; Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
60; Ma bergîdana qenciyê ji qenciyê pêve heye?
61; Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
62; Ji wan (du bihiþta) wêdetir du bihiþtê din jî hene.
63; Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
64; Herdû jî çîlhêþîn in.
65; Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
66; Di wan de du kanî tim dizên hene.
67; Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
68; Di wan de fêkî û darê xurma û hinar hene.
69; Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
70; Di wan de jinên xuy xweþ û rû xweþik hene.
71; Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
72; Jinên çavbelek ên ku di konan de parastî ne.
73; Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
74; Berî wan ne tu mirov û ne jî tu cinn têkilî wan nebûne.
75; Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
76; Li ser xaliyên kesk û tejikên rind paldayî ne.
77; Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
78; Pirr pîroz e navê perwerdekarê te yê xwey meznahî û rûmet!
Qurana Kurdî Bixwînin | Qurana Pîroz
Pages: 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31 32 33 34 35 36 37 38 39 40 41 42 43 44 45 46 47 48 49 50 51 52 53 54 55 56 57 58 59 60 61 62 63 64 65 66 67 68 69 70 71 72 73 74 75 76 77 78 79 80 81 82 83 84 85 86 87 88 89 90 91 92 93 94 95 96 97 98 99 100 101 102 103 104 105 106 107 108 109 110 111 112 113 114