Qurana Kurdî Bixwînin | Qurana Pîroz

Chapter 54 (Sura 54)
1; Danê qiyametê nêz bûye û hîv du bûye.
2; Eger ew ayetek (nîþanek) bibînin, rû liba dixin û dibêjin ku: “Efsûneke diçe-namîne.”
3; Wan derewand û dane pey dilxwaziyên xwe. Her kar ciyê xwe digre.
4; Sond be, tê de ji bû yerên (pêþiyan) tiþtê ji wan re bibe þîret (û dawî li nebaþiyan bîne) hatiye.
5; Hîkmetek ragihîþtî ye. Lê hiþyarker bikêr nehatin.
6; Êdî tu rû ji wan bizivrîne. Roja bangvan gazî bal tiþtekî pirr tirsnak ve bike.
7; Çav tirsiyayî ji goran dertên, ew herwekî kuliyên belawelabûyî ne.
8; Bal bangvan ve stûdirêjkirî dibezin; kafir dibêjin ku: “Eva rojekî pirr zor e.”
9; Berî wan komela nûh derewand. wan bendeyê me derewand û gotin ku: “Dînek e” û ew hate qewirandin.
10; Vêca gazî perwerdekarê xwe kir ku: “Bêguman ez binketî me, êdî yarî bike.”
11; Êdî me deriyê asîman bi avek gujane vekir.
12; Û me zemîn bi kaniyan dapiþiqandderkir; vêca av li ser karekî ku bera hatibû qedandin gihîþt hev.
13; Û me wî li ser (keþtiyek) xwey texte û bismar hilgirt.
14; Ew (keþtî) li ber çavê me diherike. Xelatek e ji bo ê ku hatiye înkar kirin.
15; Sond be, me wê, ayetek (îbretek) hiþt. Vêca gelo kesê þîret- îbret bigre heye?
16; Vêca ka ezabê min û hiþyarkerên min çewa bû?
17; Sond be, me Qur´anê ji bo xwendin û þîret girtinê hêsan kir, vêca ma gelo ê þîret bigre heye?
18; (Komela) Ad jî derewand. Vêca ezabê min û hiþyarkerên min çewa bûn?”
19; Bêguman me di roja hertimî bi peþk de bahozek zor dijwar bi ser wan de þand.
20; Ew mirovan ji cîh radike; ew bûn wekî qurme darê xurmê yên ji kokê rabûyî.
21; Vêca ezabê min û hiþyarkerên min çewa bûn?
22; Sond be, me Qur´anê ji bo xwendin û þîret gitinê hêsan kir, vêca ma gelo ê þîret bigre heye?
23; (Komela) Semûd jî hiþyarkeran derewand.
24; Vêca gotin: “Ma emê bidin pey mirovekî ji xwe? Bêguman em, ew gav di þaþîtî û dînîtiyê de ne.”
25; “Ma ji nava me zikir (wehî û þîret) ji wî re hatiye dayîn? Ne, ew derewkarekî qure ye.”
26; Wê sibê bizanbin ka kî derewkarê qure ye.
27; Bêguman em, devê ji bo sihêtiya wan diþînin; vêca tu li benda wan be û bîhna fireh nîþan de.
28; Û tu wan haydar bike ku bêguman av di nav wan de parvekirî ye. Her kes li ber dora xwe ya avê amade dibe.
29; Vêca gazî hevalê xwe kirin; wî jî kêrê hilanî û wê serjêkir.
30; Vêca ezabê min û hiþyarkerên min çewa bûn?
31; Bêguman me yek qêrînek bi ser wan de þand; êdî ew bûn wek giyayê hiþkê hûrbûyî.
32; Sond be, me Qur´anê ji bo xwendin û þîretgirtinê hêsan kir, vêca ma gelo ê þîret bigre heye?
33; Komela Lût jî hiþyarkeran derewand.
34; Bêguman me bayekî bi xulî û xîçik bi ser wan de þand ji pêþtirê malbata Lût. Me wan serê sibê rizgar kir.
35; Qenciyek e ji cem me. Em, ê sipas dikin wuha xelat dikin.
36; Sond be, (Lût) wan bi zor girtina me hiþyar kir, lê wan bi hiþyarkeran re xirecirê kir.
37; Sond be, wan dest avêt mêvanên wî, êdî me çavên wan hilo kor kir (û me gote wan ku:) “Hûn ezabê min û hiþyariyên min tam kin.”
38; Sond be, serê sibê zû ezabek biryardayî bi wan de hat.
39; Vêca hûn ezabê min û hiþyariyên min tam kin.
40; Sond be, me Qur´anê ji bo xwendin û þîretgirtinê hêsan kir, vêca ma gelo ê þîret bigre heye?
41; Sond be, ji malbata Fîr´ewn re jî hiþyarker hatin.
42; Wan hemû ayet (nîþan)ên me derewand. Vêca me wan bi girtina serkeftiyê hêzdar girt.
43; Ma kafirên we ji wanê han çêtir in? Yan ji wan re bêribûnek di kitêbên pêþîn de heye?
44; Yan ew dibêjin ku: “Em tev yek in heyfsitan in.”
45; wê kom belav bibe û wê piþt bidinê birevin herin.
46; Ne, danê qiyametê wadegeha wan e û ew dan tirsnaktir û taltir e.
47; Bêguman sûcdarên gunehkar di þaþîtî û dînîtîkî har de ne.
48; Roja ku wê li ser dev û rû di agir de bêne kiþandin (û wê bê gotin ku:) “Hûn girtina dojehê tam kin.”
49; Bêguman me her tiþtî bi pîvan aferandiye.
50; Fermana me, her yek e wekî çavniqandineki e.
51; Sond be, me gelek hemtayên we têk biriye, vêca gelo þîretgîrek heye?
52; Her tiþtê wan kiriye di kitêban de ye.
53; Her (kirinê) biçûk û mezin rêz bi rêz nivsandî ye.
54; Bêguman xweparêz di bihiþt û çeman de ne.
55; Li nik (Xudayê) serdestê hêzdar di civata rastiyê de ne.

Pages ( 54 of 114 ): « Previous1 ... 5253 54 5556 ... 114Next »