Qurana Kurdî Bixwînin | Qurana Pîroz

Chapter 53 (Sura 53)
1; Bi sitêrka (Perwînê) dema hinda dibe.
2; Hevalê we (pêxember) ne ji rêya rast þaþ bûye û ne jî þiqitiye.
3; Ew ji hewesa jî napeyive.
4; Ew (Qur´an) her wehyek e ku tê wehî kirin.
5; (Cebraîl) ê zor bi hêz pê daye hîn kirin.
6; Ku xwediyê hêzek rind e. Vêca rast bû.
7; Ew jî li asoyê jorîn bû.
8; Paþê nêz bû, vêca xwe berda jêr.
9; Vêca bû biqasî du kevana yan hê nêztir.
10; Vêca tiþtê bal bendeyê wî ve wehî kir, wehî kir.
11; Dil, tiþtê dît derew nekir.
12; Vêca ma hûn hêjî li ser tiþtê dîtiye pê re xirecirê dikin?
13; Sond be wî carekî din jî dît.
14; Li nik dara paþîn (Sîdretul munteha).
15; Bihiþta hewyegehê li balê ye.
16; Dema darê tiþtê rapeçand, rapêçand.
17; Çav ne çewt çû û ne jî þiqitî.
18; Sond be wî ji ayetê (nîþanê) perwerdekarê xwe yên herî mezin dît.
19; Vêca ma te (pûtên bi nav) Lat û Uzza dît?
20; Û ê din yê sisiyan Menat jî (te dît?).
21; Ma e nêr ji we re û ê mê jî ji me re ne?
22; Ew gav, eva parvekirineke kêm e-ne di cîh de ye.
23; Evên han tenê hin nav in ku we û bav û kalên we li wan kiriye. Xuda, tu delîlî pê danexistiye. Ew hey didin pey gumanê û tiþtê dilên wan dixwaze. Sond be, ji wan re ji perwerdekarê wan rêya rast hat.
24; Ma qey ji mirov re her tiþtê bixwaze heye?
25; Vêca a paþîn (axret) û a pêþîn (dunya) her ê Xuda ne.
26; Di asîmana de çiqas feriþte hene ku mehdervaniya wan bikêra tu tiþtê nayê ji pêþtirî piþtî e ku Xuda bixwaze û pê qayil bibe re destûr bide.
27; Bêguman ên ku bi axretê bawerî naynin ew feriþteyan bi navê mêyan nav dikin.
28; Tu zanîna wan pê nîne. Ew hey didin pey gumanê. Guman jî bi tu awayî ciyê rastiyê nagire.
29; Êdî tu ji ê ku piþt daye zikrê (þîretê) me û ji jîna dinê pêve nexwestiya rû bizivrîne.
30; Ciyê gihîþtina wan ji zanînê evê haye. Bêguman perwerdekarê te, ê ku ji rêya wî þaþ bûye baþ dizane û ê ku rêya rast dîtiye jî baþ dizane.
31; Tiþtê di asîmana û tiþtê di zemîn de ê Xuda ne; ji bo ku ew ên karê xerab dikin celat bike û ên qencî kirine jî bi a herî qenc xelat bike.
32; Ewên ku ji gunehên biçûk pêve xwe ji gunehên mezin û nepakiyan dûr dikin. Bêguman perwerdekarê te fireh bexþîne. Ew, dema we ji zemîn çêtir û dema hûn di zikê dayîkên xwe de zarûk bûn, bi we zanatir e. Vêca hûn xwe bi xwe dernexin paqijiyê. Ew, bi ê xwe parastiye zanatir e.
33; Vêca ma te ê rû liba xist dît?
34; Û hindikî da û birrî.
35; Ma qey zanîna penhanî li balê ye vêca ew dibîne?
36; Ma qey ew bi tiþtê di rûpelê (kitêba) Mûsa de, nehatiye haydar kirin.
37; Û Îbrahîmê ku (karê xwe) bêkêmasî pêk anî.
38; Tu gunehkar barê gunehê yekî din hilnagire.
39; Û ji mirov re ji tiþtê xebitiye pêve nîne.
40; Û bêguman wê xebata xwe piþtre bibîne.
41; Paþê wê (Xuda) bergîdanek bêkêmasî bidêyê.
42; Û bêguman dawî her bal perwerdekarê te ve diqede.
43; Û bêguman her ew dikenîne û digirîne.
44; Û bêguman her ew dimirîne û vedijîne.
45; Û bêguman her wî du cotê nêr û mê aferandiye.
46; Ji dilopek avik, dema tê avêtin.
47; Û bêguman aferandina paþîn jî her li ser wî ye.
48; Û bêguman her ew dewlemend dike û bi tiþtê daye qayil dike.
49; Û bêguman perwerdekarê (sitêrka bi nav) Þi´ra jî her ew e.
50; Û bêguman her wî (komela) Adê pêþîn têk bir.
51; Û (komela) Semûd jî; êdî ew neman.
52; Û berê jî komela Nûh. Lewra bêguman ew sitemkartir û serkêþtir bûn.
53; Û (bajarê komela Lût ên bi navê) Mutefîke jî serûbin kir.
54; Vêca tiþtê wan rapêçand li wan kir.
55; Êdî tu bi kîjan qenciyê perwerdekarê xwe dudilî dibî?
56; Evê han hiþyarkerekî ji hiþyarkerên pêþîn e.
57; (Qiyamet)a nêzik nêz bûye.
58; Ji Xuda pêve tu kes nikare wê diyar bike.
59; Vêca ma hûn ji vê peyva han sosret dibin?
60; Û hûn dikenin û hûn nagirîn?
61; Û hûn hêjî bi qeþmertî rû liba dixin?
62; Êdî hûn ji Xuda re serî deynin û hûn (wî) bihebînin.

Pages ( 53 of 114 ): « Previous1 ... 5152 53 5455 ... 114Next »