Qurana Kurdî Bixwînin | Qurana Pîroz

Chapter 51 (Sura 51)
1; Bi (ba) yên ku bi gurrane ji hev belav dikin.
2; Vêca bi (ewr)ên barê giran hildigrin.
3; Vêca bi (keþti)yên ku bi hêsanî diherikin.
4; Êdî bi (feriþte) yên kara parve dikin.
5; Bêguman tiþtê hûn têne wade dayîn her rast e.
6; Û bêguman xelat û celat wê her çê bibe.
7; Bi asîmanê xwedî re (û sitêrk û avahiyê) rind kim.
8; Bêguman hûn her di gotinê tevlîhev de ne.
9; Ê jê (ji baweriyê) hatiye liba xistin tê liba xistin.
10; Ewên pir derewkar bêne kuþtin!
11; Ewên ku di korî û nezaniyê de bêhay in.
12; Dipirsin ku: Roja xelat û celatê kîngê ye?
13; Roja ku ew li ser agir têne þewitandin.
14; (Ji wan re tê gotin ku:) “Hûn þewata xwe tam kin” Evê hane tiþtê ku we pê dilezand.
15; Bêguman xweparêz di bax û baxçe û kaniyan de ne.
16; Tiþtê perwerdekarê wan daye wan digrin. Lewra bêguman ew berî vî qencîkar bûn.
17; Ew ji þevê hindik radizan.
18; Û serê sibeha ew bexþînê dixwazin.
19; Û di malê wan de ji gerok û bêparan re mafek heye.
20; Ji ên bidilbawer re di zemîn de gellek ayet (nîþan) hene.
21; Di we bi xwe de jî hene. Ma hêjî hûn nabînin?
22; Roziya we û tiþtê hûn têne wade dayîn di asîmana de ye.
23; Vêca bi perwerdekarê asîmana û zemîn kim, ew her rast e çewa ku hûn dipeyivin.
24; Ma bera qiseta mêvanên Îbrahîm ên hêja ji te re hat?
25; Gava hatin balê, vêca gotin: “Silav (li te be).” (Îbrahîm jî) got: “Silav (li we be. Hûn) komekî nenas in.”
26; Vêca bi dizî vegeriya bal maliyê xwe û golikî xurt (ê qelandî) anî.
27; Vêca wî nêzî wan kir, got: “Ma hûn naxwin?”
28; Vêca di dilê xwe de ji wan tirsiya, gotinê: “Tu netirse” û mizgîna zarûkî zana danê.
29; Vêca pîreka wî qêrîn kir û li rûyê xwe da û got: “Pîrejinek sitewr (wê zarû bîne?)”
30; Gotin: “Perwerdekarê te wuha gotiye. Bêguman ew, hîkmetdarê zana her ew e.”
31; (Îbrahîm) got ku: “Vêca xwestina we çiye gelî qasidan?”
32; Gotin: “Bêguman em bal komelekî gunehkar ve hatine þandin.”
33; “Ji bo ku em kevirê ji heriyê bi ser wan de biþînin.”
34; “Ew (kevir) li cem perwerdekarê te ji hedderketiyan re nîþankirî ne.”
35; Vêca me bawermendên tê de deranî.
36; Vêca me tê de ji malekî musilmanan pêve peyda nekir.
37; Me tê de ji ên ku ji ezabê bi jan ditirsin re ayetek (nîþanek) hiþt.
38; Di Mûsa de jî dema me wî bi delîlekî xuya þand bal Fîr´ewn (nîþanek heye).
39; Vêca wî bi hevalên xwe re rû liba xist û got ku: “Yan efsûnger e yan jî din e.”
40; Vêca me wî û leþkerê wî girt, êdî me wan avêt deryayê û ewî bi gunehkarî li xwe loma dikir.
41; Û di (komela) Ad de jî, dema me bayekî kokbirr bi ser wan de þand (nîþanek heye).
42; Her tiþtê bi ser de hat, wî nehiþt, wî kir wek giyayê hiþkê hûrbûyî.
43; Di (komela) Semûd de jî, dema ji wan re hat gotin ku: “Hûn heya demekî bi xweþî bijîn.”
44; Vêca wan ji fermana perwerdekarê xwe serkêþî kir, êdî qêrînek bêhiþker wan girt û wan jî dinihart.
45; Êdî wan nedikaribû rabin û n jî hatin yarî kirin.
46; Û berê jî komela Nûh (me fetisand). Bêguman ew komelekî ji rêya rast derketî bûn.
47; Me asîman bi desta (bihêz) ava kiriye û bêguman em wî hey fireh dikin.
48; Me zemîn jî raxistiye. Vêca ên raxistine çi rind in!
49; Me ji her tiþtî du cota aferandiye. Hêvî heye ku hûn bifikirin-þîret bigrin.
50; Vêca hûn her bal Xuda ve birevin. Bêguman ez, ji we re jê hiþyarkerekî xuya me.
51; Hûn bi Xuda re Xudakî din çê nekin. Bêguman ez, ji we re jê hiþyarkerekî xuya me.
52; Her pêxemberê ji ên berî wan re jî ku dihat her wuha digotin ku: “Yan, efsûnger e yan jî dîn e.”
53; Ma qey wan pê li hev û din þîret kiriye? Ne, ew komelekî serkêþ in.
54; Vêca tu ji wan rû bizivrîne. Êdî tu nayê lome kirin.
55; Û tu bi bîr xîne. Vêca bêguman bîrxistin bi kêra bawermendan tê.
56; Min cinn û mirova hey ji bo min bihebînin aferandiye.
57; Ez, ne tu rozî ji wan dixwazim û ne jî dixwazim ku ew xwarin bidin min.
58; Lewra bêguman Xuda, rozîdanê xwediyê hêza zexm her ew e.
59; Vêca bêguman ji ên sitemkarî kirine re hin guneh wekî gunehê hevalên wan hene; êdî bira ew nelezînin.
60; Vêca xulî li serê ên kafir bûne be, ji roja wan ê ku têne wade dayîn.

Pages ( 51 of 114 ): « Previous1 ... 4950 51 5253 ... 114Next »