Chapter 50 (Sura 50)
1; Qaf. Bi Qur´ana bilind hêja (ewê ji gora bêne rakirin).
2; Ne, ew ku ji wan re hiþyarkerek ji wan hatiye, sosret man, loma kafiran got ku: “Evê han tiþtekî pirr sosret e.”
3; “Ma gava em bimrin û bibin xulî (emê dîsa rabin?) Evê han vegerek pirr dûr e.”
4; Bi rastî, tiþtê zemîn ji wan kêm dike me zaniye. Li cem me kitêbek parêzwan heye.
5; Ne, çi gava rastî ji wan re hat wan derewand. Êdî ew di karekî tevlîhev de ne.
6; Vêca ma qey ew li asîmanê seriya xwe nanêrin ku me wî çewa ava kiriye û me wî xemilandiye û jê re tu qelþ jî nînin.
7; Û me zemîn jî (çewa) dirêj raxistiye?; û me çiyayên bêhej tê de daniye û me tê de ji her cotê rind (giya) hêþîn kiriye.
8; Ji her bendeyê ji dil vedigere re çavvekirinî û bîrxistin e.
9; Me ji asîman avekî pirr bixweþî daxit, vêca me pê gellek bax û baxçe û tenê çinandinê hêþîn kir.
10; Û darê xurma yên dirêj ku bûtikên wan li ser hev hûnandî ne jî (me pê hêþîn kir).
11; Ji bo rozîniya bendeyan; û me pê welatekî mirî vejand. Derketina (ji goran) jî her wuha ye.
12; Berî wan komela Nûh û ehlê Ressê û Semûd jî derewandin.
13; Û (komela) Ad û Fîr2ewn û birayên Lût jî.
14; Û ehlê Eyketê (satara-daristanê gurr) komela Tubbe´ê jî. Teva jî pêxamberan derewandin; vêca ezabê min pêwist bû.
15; Vêca ma qey em ji aferandina pêþîn bêzar bûn (ku rakirina wan ji goran ji me re zor bê?) . Ne, (em bêzar nebûne lê) ew ji aferandinek nû di dudiliyê de ne.
16; Sond be, me mirov aferandiye û em dizanin ka di dilê xwe de çi çêdike. Em ji þahreha sitûyê wî pê nêziktir in.
17; Dema herdû (feriþte) ji rast û çep ve li hember rûnîþtî ne-çavnêrî dikin digrin û dinivsînin.
18; Gotina (mirov ji devê xwe) bipekîne her parêzvanek amade li balê ye.
19; Sikrata (bêhiþiya) mirinê bi rastî hat. A ku tu jê direviyayî eva haye.
20; Di sûrê de hat pif kirin. Roja ezab eva haye.
21; Û her kes ku pê re ajotvanek û danasek heye hat.
22; Sond be, haya te ji vî yê han nebû. Vêca me perda te ji (ser çavê) te rakir, êdî îro (dîtina) çavê te pirr tûj e.
23; (Feriþte yê) hevalê wî got ku: “Tiþtê li ba min amade ye evê han e.”
24; (Xuda gote wan ku:) “Hûn her kafirê serkêþ bavêjin dojehê.”
25; “Ewên ku qet nahêlin qencî bibe, ji hed derketî ne, dudil in.”
26; “Ewê ku bi Xuda re Xudakî din jî çêkiriye. Vêca hûn wî bavêjin ezabê zor dijwar.”
27; (Pelidê) hevalê wî got ku: “Perwerdekarê me! min bi xwe wî serkêþ nekiriye-ji rê dernexistiye, lê belê ew bi xwe ketþaþiyek dûr de.”
28; (Xuda got ku:) “Hûn li cem min bi hev re xirecirê nekin. A rast min we berê bi ezab haydar kiribû.”
29; “Ne gotin li cem min tê guhartin û ne jî ez li bendeyan sitemkar im.”
30; Roja ku emê ji dojehê re bejin: “Ma tu tije bûyî?” Wê bêje ku: “Ma hê bêtir nînin?”
31; Bihiþt ji xweparêzan re hat nêzik kirin, ne dûr e.
32; Tiþta hûn têne wade dayîn eva haye; ji her bendewarê parêzvan re ye.
33; Kesê bi dizî ji (Xudayê) Mihrîban tirsiyaye û bi dilek vegerkar hatiye.
34; Hûn bi xweþî têkevinê. Roja hertimî mayînê eva haye.
35; Ji wan re tiþtê dilê wan bixwaze tê de heye û li cem me hê bêtir heye.
36; Me berî wan çiqas nifþa têkbiriye ku ew ji wana bi girtin zortir bûn, vêca ew li welata qul bi qul geriyan,lê ka ciyê revê (ji mirinê) heye.
37; Bêguman di vî de ji kesê dil jê re hebe yan guh bidê û ew amade be re þîret û bîrxistin heye.
38; Sond be, me asîmana û zemîn û tiþtê di nava wan de di þeþ rojan de aferandiye; û tu renc û westîn negihaye me.
39; Vêca tu li ser tiþtê ew dibêjin hewî bike û berî derketina rojê û berî çûna ava bi pesn û sipasê perwerdekarê xwe wî pak bêrî bidêre.
40; Û hin ji þevê û piþtî secdan jî ewî pak bêrî bidêre.
41; Tu guh bide roja ku wê bangvanekî ji ciyekî nêz gazî bike.
42; Roja ku wê qêrînê bi rastî bibihîzin. Roja derketin, eva haye.
43; Bêguman her em vedijînin û dimirînin; veger jî her bal me ve ye.
44; Roja ku wê zemîn ji wan biqeliþe, wê bilez û bez derên. Eva han civandinek hêsan e li ser me.
45; Em bi tiþtê ew dibêjin zanatir in û tu li ser wan ne zordarî. Vêca tu kesê ji ezabê min ditirse bi Qur´anê þîret bike-bi bîr xîne.
Qurana Kurdî Bixwînin | Qurana Pîroz
Pages: 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31 32 33 34 35 36 37 38 39 40 41 42 43 44 45 46 47 48 49 50 51 52 53 54 55 56 57 58 59 60 61 62 63 64 65 66 67 68 69 70 71 72 73 74 75 76 77 78 79 80 81 82 83 84 85 86 87 88 89 90 91 92 93 94 95 96 97 98 99 100 101 102 103 104 105 106 107 108 109 110 111 112 113 114