Qurana Kurdî Bixwînin | Qurana Pîroz

Chapter 44 (Sura 44)
1; Ha, Hîm.
2; Bi kitêba aþîkar.
3; Bêguman me wê di þevekî pîroz de daxistiye; bêguman em hey hiþyarker in.
4; Her karê hîkmetdar di wê (þevê) de ji hev tê veqetandin.
5; Karekî ji cem me. Bêguman em hey (pêxemberan) diþînin.
6; Dilovaniyek ji perwerdekarê te ye. Bêguman ew, sehkirê zana her ew e.
7; Eger hûn ji dil bawer in (ew) perwerdekarê asîmana û zemîn û tiþtê di nava wan de ye.
8; Ji wî pêve tu Xuda nînin; vedijîne û dimirîne. Perwerdekarê we û perwerdekarê bav û kalên we pêþîn e.
9; Ne, ew di dudiliyê de dileyizin-pê tinaza dikin.
10; Êdî tu li benda wê rojê be ku asîman dûyekî xuya tîne.
11; Ew mirovan radipêçe. Evê han ezabekî bi jan e.
12; (Gotin:) “Perwerdekarê me! tu ezab ji me rake, bêguman em bawermend in.”
13; Çewa ew þîret digrin, tevî ku pêxemberek xuya ji wan re hatiye?
14; Paþê wan jê rû zivirand û gotin ku: “Hînbûyekî dîn e.”
15; Bêguman emê hinekî ezab rakin, bi rastî hûnê (dîsa) vegerin.
16; (Di bîr bîne) roja ku emê bi girtina herî mezin (wan) bigrin; bêguman em heyfsitan in.
17; Sond be me berî wan komela Fir´ewn jî sihêtî kir û pêxemberek birûmet ji wan re hat.
18; (Û gote wan:) “Ku divê hûn bendeyên Xuda (zariye Îsraîl) bispêrin min. Bêguman ez ji we re pêxemberek pêbawer im.”
19; “Û ji bo ku hûn nebûya navên ser Xuda-li hember wî ranebin. Bêguman min ji we re delîlek xuya aniye.”
20; “Û bi rastî min xwe avêtiye perwerdekarê xwe û perwerdekarê we ku hûn min kevirbaran nekin.”
21; “Eger hûn ji min bawer nekin jî, êdî hûn dev ji min berdin.”
22; Vêca gazî perwerdekarê xwe kir ku: “Bêguman evên han komelekî sûcdarên gunehkar in.”
23; Vêca (Xuda gotê ku:) “Tu bi þev bi bendeyên min re bi rê keve; bêguman hûnê bêne peyketin.”
24; “Û tu deryayê hêdî bihêle û here. Lewra bêguman ew leþkerekî fetisandî ne.”
25; Wan çiqas bax û baxçe û kanî (li pey xwe) hiþt.
26; Û gellek zevî û ciyên rind.
27; Û xweþiyên ku ew tê de kêfxweþ bûn.
28; Me komelekî din wuha kir mîratxwirên wan.
29; Vêca ne asîman li ser wan giriya û ne jî zemîn, û li benda wan jî nehate mayîn.
30; Sond be, me zariyê Îsraîl ji ezabê riswaker rizgar kir.
31; Ji Fir´ewn Lewra bêguman ew zordarekî ji hedderketiyan bû.
32; Sond be, me wan bi zanîn di ser gelê cîhanê re girt-hilbijart.
33; Û me hin nîþanan da wan ku tê de xweþîkî xuya hebû.
34; Bêguman evên han dibêjin:
35; “Ku ji mirina me ya pêþîn pêve tu tiþt nêne û em (piþtî mirinê jî) nayên rakirin.”
36; “Vêca eger hûn bera rastgo ne de ka bav û kalên me bînin.”
37; Ma ew çêtir in (bihêztir in) yan komela Tubbe´ , û ên berî wan ku me wan têk bir. Lewra bêguman ew sûcdarên gunehkar bûn.
38; Me asîmana û zemîn û tiþtê di nava wan de bi leystik neaferandiye.
39; Me wan her bi rastiyê aferandiye, lê belê pirrî wan nizanin.
40; Bêguman roja ji hev veqetandinê wextê wada wan teva ye.
41; Roja ku tu merivê nêz bi kêra merivê xwe nayê û ew neyên yarî kirin jî.
42; Ji pêþtirê ê ku Xuda lê dilovanî kiribe. Lewra bêguman ew, serkeftiyê dilovan her ew e.
43; Bêguman dara ziqûmê-keratiyê,
44; Xwarina gunehkaran e.
45; Wekî qîra kelandî ye ku di zikan de dikele.
46; Wekî ava kelandî.
47; (Gelî zebaniyan!) hûn wî bigrin, êdî hûn wî bi zorê biþînin nava dojehê.
48; Paþê hûn jiezabe germ bi ser serî wî de birêjin.
49; Tu tam ke. Lewra bêguman tu (di dilê xwe de) serdestekî birûmet bû yî.
50; Bêguman evê haye tiþtê we pê xirecirê dikir.
51; Bêguman xweparêz jî di ciyekî biewle de ne.
52; Di nav bax û baxçe û kanyan de ne.
53; Ew jihevrîþimê tenik û qalind li xwe dikin; li hember hev rûniþtî ne.
54; Her wuha ye, û me wan bi (jinên) çav belek re daye zewicandin.
55; Ew tê de biewletî ne ji her fêkiyî dixwazin.
56; Ew tê de ji mirina pêþîn pêve tu mirinê tam nakin; û (Xuda) wan ji ezabê dojehî parastiye.
57; Qencîkî ji perwerdekarê te ye. Rizgariya mezin her eva haye.
58; Vêca bêguman me wê (Qur´anê) bi zimanê te hêsan kir, hêvî heye ku ew bifikirin-þîret bigrin.
59; Vêca tu li bendê be; bêguman ew jî li bendê ne.

Pages ( 44 of 114 ): « Previous1 ... 4243 44 4546 ... 114Next »