Chapter 37 (Sura 37)
1; Bi (feriþteyên) qor bi qor in,
2; Û ên hey berî (ewran) didindajon,
3; Û ên hey Qur´anê dixweynin.
4; Bêguman Xudayê we her yek e,
5; Perwerdekarê asîmana û zemîn û tiþtê di navbera wan de ye û perwedekarê rojhelatan e.
6; Bêguman me asîmanê dinê (ê herî nêz) bi ronahî û xweþikiya sitêrkan xemilandiye.
7; Û ji bo parastina ji her pelîdê serkêþ;
8; Ku ew li civata herî jirîn gohdarî nekin û ew, ji her alî ve têne avêtin.
9; Qewrandinekî (bi gilokê agirîn); û ji wan re îþkencekî bi janê hertimî heye.
10; Tenê ê ku bi lez tiþtekî bigre û bazde, vêca sitêekê ronak (wek gilokê agir) didin pey.
11; Vêca tu ji wan bipirse; gelo di pîþekarî de ew zortir in-tekûztir in yan ên aferandiye? Bêguman me wan ji herîkî zelqokî aferandiye.
12; Ne, (dev ji wan berde) tu sosreta dibînî û ew jî tinaza dikin.
13; Û gava ew têne þîret kirin-bîr xistin ew þîret nagirin-bi bîr naynin.
14; Û gava ayetek (nîþanek) bibînin ew dest bi tinaza dikin.
15; Û gotin ku: “Eva han hey efsûnek xuya ye.”
16; “Ma gava em bimrin û bibin ax û hestî ma qey bera emê bêne vejandin-rakirin?”
17; “Ma qey bav û kalên me yên pêþîn jî (wê rabin?).”
18; Tu bêje: “Belê, û hûnê sitûxor bin.”
19; Vêca bêguman ew (rabûn) tenê yek qêrînek e; vêca ewê pêre pêre rabin û binêrin.
20; Û wê bêjin ku: “Hey xulî li me be! roja xelat û celatê eva haye.”
21; Roja veqetandinê ku we wê diderewand eva haye.
22; Hûn ewên sitemkar tevî jinên wan û tiþtê dihebandin bicivînin.
23; Wan bêyî Xuda (pûta û pelîd diheband); vêca hûn rêye dojehê nîþa wan bidin.
24; Û hûn wan bisekinînin. Bêguman ewê bêne pirsyarî kirin:
25; “Ma çima´ hûn alîkariya hevûdin nakin?”
26; Ne, ew îro sitûxor in.
27; Hin ji wan li hina defitilin ji hev dipirsin.
28; Gotin: “Bêguman hûn hey ji rast ve dihatine me.”
29; (Pêþwayan) got ku: “Ne, ji xwe hûn nebûn bawermend.”
30; “Tu zora me li ser we nebû; ji xwe hûn bûn komelek serkêþ.”
31; “Vêca gotina perwerdekarê me li ser me pêwiat e. Bêguman emê her tam bikin.”
32; “Vêca me we ji rê derxist; bêguman em bi xwe jî jirêderketî bûn.”
33; Vêca bêguman ew wê rojê di ezab de hempar in.
34; Bêguman em bi sûcdarên gunehkar her wuha dikin.
35; Bêguman ew, gava ji wan re dihate gotin ku: “Ji Xuda pêve tu Xuda nînin” wan quretiya dikir.
36; Û digotin ku: “Ma qey bera emê ji bo þairekî dîn dev ji Xudayên xwe berdin?”
37; Ne, ew bi rastiyê hat û pêxemberan jî rast gotiye.
38; Bêguman hûnê ji ezabê bi jan tam kin.
39; Û hûn, ji tiþtê we kiriye pêve nayên celat kirin.
40; Bendeyên Xuda yên dilpak ne tê de.
41; Ewên han ji wan re rozîkî xuya heye.
42; G_ellek fêkî jî û ew bi xweþî têne mazûrvanî kirin.
43; Di bihiþtê xweþiyan de ne.
44; Li hember hev li ser texta rûniþtî ne.
45; Bi tasê ji meya pak tije li ser wan tê gerandin.
46; Ji ên vedixwin re çîlsipî meyxoþ e.
47; Ne tê de serxweþî û zikêþî heye û ne jî ew jê ji xwe diçin.
48; Li cem wan hin jinên çav rindê çav mezin hene ku hey li wan dinêrin.
49; Ew herwekî hêkê sipî parastî ne.
50; Vêca hin ji wan hina difetilin ji hev dipirsin.
51; Yekî ji wan got ku: “Bêguman hevalekî min hebû.”
52; “Digot ku: “Ma qey tu ji ewên rasdidêrin-bawerî tînin î?”
53; “Ma qey gava em bimrin û bibin ax û hestî ma bera emê bêne celat kirinê?”
54; Got: “Ma gelo haya we (ji wî hevalê min) heye?”
55; Vêca bi ser (hevalê xwe) vebû; êdî wî da nava dojehê de dît.
56; Gotê: “Ez bi Xuda kim hin mabû ku te min têk bibrana.”
57; “Eger ne ji qenciya perwerdekarê min bûna, ezê jî bi te re li wur bûma.”
58; “Vêca ma emê nemirana newsa?”
59; “Ji mirina xwe ya pêþîn pêve û em nayên ezab dayîn jî!?”
60; Bêguman rizgariya herî mezin her eva haye.
61; Vêca xebatkar ji (xweþîyê) wekî vî re bira bixebitin.
62; Ma ev ciyê xweþ çêtir e yan dara ziqûmê?
63; Bêguman me wê (darê) ji sitemkaran re kiriye sihetî û teþqele.
64; Bêguman ew darek e ku ji kurahiya dojehê dertê.
65; Fêkiyê wê herwekî serê pelîdan e.
66; Vêca bêguman wê ew jê bixwin û wê zika jê tije bikin.
67; Paþê bi rastî ji wan re di ser de jî vexwarinek tevlîhev ji ava kel heye.
68; Paþê bêguman vegergeha wan bal dojeha har ve ye.
69; Bêguman wan, bav û kalên xwe yên jirêderketî jî dît.
70; Vêca ew li ser rê û rêça wan dibezin.
71; Sond be, berî wan pirrî pêþiyan jî rê þaþ kiribûn.
72; Sond be me gellek (pêxemberên) hiþyarker di nava wan de þandibû.
73; Vêca tu binêre ka paþiya ên hatin hiþyar kirin çewa bû?
74; Bendeyên Xuda yên dilpak ne tê de.
75; Sond be, Nûh gazî me kir; vêca ên bersiv dan çi rind bûn!
76; Me wî û malbata wî ji wê kovana zor mezin xelas kir.
77; Û me ên mayîn her azbata wî hiþt.
78; Û me navê wî di nav ên ji pare de tên hiþt.
79; Di nav hemû aleman de silav li ser Nûh be.
80; Bêguman em, qencîkaran wuha xelat dikin.
81; Bêguman ew, ji bendeyên me yên bawermend e.
82; Paþê mê ên din tev fetisand.
83; Û bêguman Îbrahîm jî ji hemkîþê wî ye.
84; Dema bi dilekî pak hate perwerdekarê xwe.
85; Dema ji bavê xwe û gelê xwe re got ku: “Ma hûn çi dihebînin?”
86; “Ma hûn bêyî Xuda bi derew hin Xudayên din dixwazin?”
87; “Vêca ma gumana we bi perwerdekarê hemû aleman çiye?” (hûn guman dikin wê çi bi we bike).
88; Vêca bi nêrînek li sitêrka mêzand.
89; Vêca got ku: “Bêguman ez nexweþ im.”
90; Vêca wan piþt danê çûn.
91; Êdî ewî berê xwe bal Xudayên (pûtên) wan ve kir vêca got: “Ma hûn çima naxwin?”
92; “Ma çi bûye ji we hûn nepeyivin?”
93; Vêca berê xwe da wan bi destê raste li wan da.
94; Vêca wan berê xwe danê bilez berpê hatin.
95; Got: “Ma hûn tiþtê we (bi destê xwe) hekandiye dihebînin?”
96; “Xuda we û tiþtê hûn çêdikin tev aferandiye.”
97; Gotin: “Hûn jê re avahiyek lêkin, vêca hûn wî bavêjin dojeha agir.”
98; Vêca wan xwest ku pê xerabî bikin, êdî me wan kir ên herî jêrîn.
99; (Îbrahîm) got ku: “Bêguman ez diçim bal perwerdekarê xwe, wê ew rêya rast nîþa min bide.”
100; “Perwerdekarê min! tu (zarûkî) ji qencan bi min baxþîne.”
101; Vêca me mizgîna zarûkî sernerm dayê.
102; Vêca çi gava (ew zarûk) pê re gihîþte çaxa ger û xebatê, gotê: “Kurê min! bi rastî min di xewê de dît ku min te serjê dikir; vêca binêre ka tu çi dibînî?” Got: “Bavo can! tiþtê tu têyî ferman kirin bike. Xuda hiz ke tu yê min ji bîhnfirehan bibînî.”
103; Vêca çi gava herdûyan jî serî (ji Xuda re) danîn û wî li ser kêleka rastê serê wî danî erdê.
104; Me gazî kirê: Îbrahîm!
105; Bêguman te xewnê rast dêrand. Bêguman em qencîkaran wuha perû dikin.
106; Bêguman sihêtiya aþîkar her eva han e.
107; Û me di bergîdanê de goriyeke mezin dayê.
108; Û me navekî xweþ jê re di nav ên paþîn de hiþt.
109; Silav li Îbrahîm be.
110; Em qencîkaran wuha xelat dikin.
111; Bêguman ew ji bendeyên me yên qenc e.
112; Û me mizgîna Îshaq ku pêxemberek ji qencan e dayê.
113; Û me rozîkî fireh da wî û Îshaq; ji azbata wî qencîkar û ê aþkera li xwe sitemkar jî hene.
114; Sond be me li Mûsa û Harûn jî qencî kir.
115; Û me wan û gelê wan ji renceke mezin xelas kir.
116; Û me yariya wan kir; vêca ên serkeftî her bûn ew.
117; Û me kitêbek pirr xuyaker da wan.
118; Û me rêya rastîn nîþanî wan da.
119; Û me navekî xweþ ji wan re di nav ên paþîn de hiþt.
120; Silav li Mûsa û Harûn be.
121; Bêguman em qencîkaran wuha xelat dikin.
122; Bêguman ew herdû jî ji bendeyên me yên bawermend in.
123; Û bêguman Îlyas jî ji pêxemberan e.
124; (Di bîr bîne) dema ji gelê xwe re got ku: “Ma hûn xwe naparêzin-natirsin?”
125; “Ma hûn gazî pûta dikin-dihebînin û hûn dev ji rindtirîne aferendekaran berdidin?”
126; “Xuda perwerdekarê we û perwerdekarê bav û kalên we yên pêþîn e.”
127; Vêca wan wî derewand; êdî bêguman ewê bêne amade kirinê.
128; Bendeyên Xuda yên dilpak ne tê de.
129; Me navekî xweþ jê re di nav paþîniyan de hiþt.
130; Silav li Îlyas be.
131; Bêguman em qencîkaran wuha xelat dikin.
132; Bêguman ew ji bendeyên me yên bawermend e.
133; Û bêguman Lþt jî ji pêxemberan e.
134; (Di bîr bîne) dema me wî û malbata wî tev xelas kir.
135; Ji pêþirê pîrenjinekî ku di nav ên mayî de ma.
136; Paþî me ên din serûbin kir.
137; Û bêguman hûn sibeha hey di ser wan re diçûn û tên.
138; Û bi þev jî, ma hûn hêjî hiþ tê nabin-xwe ranagirin?
139; Û bêguman Yûnis jî ji pêxemberan e.
140; (Di bîr bîne) dema (ji gelê xwe) dûr bû-reviya çû bal keþtîkî tije ve.
141; Vêca peþk kirin; êdî ew bû ji ên sitûxor (peþk li wî ket ku ew ji keþtiyê bê avêtin).
142; Vêca masîkî mezin wî daqurtand û ewî loma li xwe dikirgunehkar bû.
143; Vêca eger bi rastî ew nebûya ji limêjkaran;
144; Ewê di zikê wî (masiyî) de heya roja rabûnê bimana.
145; Vêca me wî avête zemînek rût, tevî ew nexweþ bû jî.
146; Û me darekî ji kundira li serê hêþîn kir.
147; Û me wî þandibû bal sed hezar (mirov) yan hê pirrtir.
148; Vêca wan bawerî anî, êdî me wan heya demekî bi xweþî jiyand.
149; Vêca tu ji wan bipirse ma ji perwerdekarê te re keç û ji wan re jî kur hene?
150; Ma qey me feriþteyan mê aferandiye û ew jî hazir û danas bûn?
151; Hay jê bin! bêguman ew ji derewa xwe dibêjin:
152; “Xuda zarû çêkiriye:” Bêguman ew pirr derewkar in.
153; Ma wî keça di ser kura re girtiye?
154; Ma çi bûye ji we?, hûn çewa hukim dikin?
155; Ma hêjî hûn nafikirin?
156; Yan ji we re delîlek zexmî xuya heye?
157; Vêca eger hûn bera rastgo ne ka kitêba xwe bînin!
158; Û di navbera wî û cinna de jî nasebek çêkirine. Sond be cinn baþ dizanin ku wê ew bêne amade kirin.
159; Xuda ji tiþtê ew salix didin pak bêrî ye.
160; Ji pêþtirê bendeyên Xuda yên dilpak.
161; Vêca bêguman hûn û tiþtê hûn dihebînin,
162; Hûn qet (kesî) nikarin li serê ji rê derînin.
163; Ji pêþtirê kesê ku wê têkeve dojehê.
164; (Feriþteyan got ku:) “Ji her yekî ji me re payekî diyar heye.”
165; “Û bêguman em hey qor bi qor in.”
166; “Û bêguman em hey li mêjkar in.”
167; Her çend wan hey digot ku:
168; “Eger bi rastî kitêbek ji pêþiyan li cem me hebûna,”
169; “Emê bibûna ji bendeyên Xuda yên dilpak.”
170; Vêca ew pê kafir bûn, êdî wê paþê bizanbin.
171; Sond be peyva me ji bendeyên me yên pêxember re derbas bûye ku:
172; Bêguman ên wê bêne yarî kirin her ew in.
173; Û bêguman ên serkeftî her leþkjarên me ne.
174; Vêca tu heya demekê rû ji wan bizivrîne.
175; Û tu li wan binêre; vêca ewê paþê bibînin.
176; Vêca ma ew bi ezabê me dilezînin?
177; Vêca gava ew (ezab) li hêla wan daket, vêca sibeha ên hatine hiþyarkirin tirsandin wê çiqas nexweþ be!
178; Tu heya demekê rû ji wan bizivrîne.
179; Û tu bibîne vêca ewê jî paþê bibînin.
180; Perwerdekarê te ku perwerdekarê serkeftinêy e ji tiþtê ew salix didin pak bêrî ye.
181; Û silav li ser pêxemberan be.
182; Û pesn û sipas ji Xudayê perwerdekarê hemû cîhanan re ye.
Qurana Kurdî Bixwînin | Qurana Pîroz
Pages: 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31 32 33 34 35 36 37 38 39 40 41 42 43 44 45 46 47 48 49 50 51 52 53 54 55 56 57 58 59 60 61 62 63 64 65 66 67 68 69 70 71 72 73 74 75 76 77 78 79 80 81 82 83 84 85 86 87 88 89 90 91 92 93 94 95 96 97 98 99 100 101 102 103 104 105 106 107 108 109 110 111 112 113 114