Qurana Kurdî Bixwînin | Qurana Pîroz

Chapter 36 (Sura 36)
1; Yasîn (Zilamo!)
2; Bi Qur´ana hîkmetdar kim,
3; Bêguman tu, her ji pêxemberan î.
4; Li ser rêyan rastîn î.
5; (Eva) daxistina (Xudayê) serkeftiyê dilovan e.
6; Ji bo tu komelekî ku bav û kalên wan nehatine hiþyar kirin hiþyar bikî-bitirsînî; vêca wan hay jê nîne.
7; Sond be, gotin, li ser pirrî wan pêwist bûye; êdî ew hew baweri tînin.
8; Bêguman me xeleka avêtiye (dest û) sitûyên wan û vêca heya çena wan girtiye; êdî ew ser rakirî mane.
9; Û me ji pêþiya wan ve bendekî çêkiriye û ji paþiya wan ve jî bendekî; vêca me wan rapêçandiye; êdî ew nabînin.
10; Û ji wan re jî wekî hev e; çi tu wan hiþyar bikî-bitirsînî û çi tu wan hiþyar nekî-netirsînî,ew hew bawerî tînin.
11; Bêguman tu, tenê ê daye pey zikrê (Qur´anê) û bi penhanî ji (Xudayê) Mihrîban tirsiyaye hiþyar dikî-ditirsînî; vêca tu mizgîna bexþandin û destmuzekî rind bidê.
12; Bêguman her em miriyan vedijînin û em tiþtê bi pêþ xistene tevî rêç û þopê wan dinivsînin. Me, her tiþtî jî di kitêbek (pêþwayek) diyar de jimartiye-parastiye.
13; Tu ji wan re ehlê wî bajarî wek mînak bide ku gava qasid hatinê.
14; (Di bîr bîne) dema me du (qasida) þand bal wan, vêca wan, herdû (qasida) derewand; êdî me (wan) bi ê sisiyan piþtvanî kir; vêca gotin: “Bêguman em bal we ve hatine þandin.”
15; (Ehlê bajêr) gotin: “Hûn jî hin mirovên wekî me ne, û (Xudayê) Mihrîban tu tiþtî danexistiye, hûn hey derewa dikin.”
16; (Qasida) got: “Perwerdekarê me baþ dizane ku bêguman em bal we ve hatine þandin.”
17; “Û ji ragihandinek aþîkar pêve jî li ser me nîne.”
18; “(Ehlê bajêr) gotin: “Bêguman peþka we li me ketiye. Sond be,eger hûn bes nekin, emê we kevirbaran bikin-biricimînin û wê îþkencekî bi jan ji me bigihê we.”
19; (Qasida) got: “Peþka we bi we re ye. Ma qey ji ber hûn hatine þîret kirin (peþk li we ketiye?). Ne, ji xwe hûn komelekî bergîberdan in.”
20; Zilamekî ji devera herî dûrê bajêr bilez hate got: “Gelê min! hûn bidin pey qasidan.”
21; “Hûn bidin pey kesê ku tu destmuzî ji we naxwaze û ew her li ser rêya rast in.”
22; “Û ma çi bûye ji min ku ez (Xuday) ê min aferandiye û hûnê her bal ve bêne vegerandinê nehebînim?”
23; “Ma qey ezê ji wî pêve hin Xudayên din bigrim ku eger (Xudayê) Mihrîban ziyana min bixwaze, mehdervaniya wan bi tu tiþtî bi kêra min nayê û ew min xelas jî nakin?”
24; “Bêguman ez ew gav dikevim þaþîtîkî xuya.”
25; “Bêguman min bi perwerdekarê we bawerî aniye; vêca hûn min seh bikin.”
26; (Gava wî zilamî ew gotin got, gelê wî ewî pelixand, êdî jê re) hat gotin ku: “Tu têkeve bihiþtê.” Wî got ku:”Hey xwezîka gelê min bizanbûna;”
27; “Bi tiþtê ku perwerdekarê min ji min re bexiþandiye û min kiriye ji mazûrvanên herî rind.”
28; Me piþtî wî tu leþkerî ji asiman bi ser gelê wi de danexist; nedibû em daxînin jî.
29; Ew (têkçûna wan) tenê yek qêrînek bû; vêca ew pêre pêre vemirîn (bêhis û deng man).
30; Hey çi heyf e li bendeyan! Her pêxemberê ji wan re tê, ew hey pê tinaza dikin.
31; Ma qey wan nedît ku me berî wan çiqas nifþa têk biriye?, ku ew qet bal wan ve jî venagerin.
32; Wê tev hemû jî hey li cem me bêne civandin-amade kirin.
33; Ji wan re nîþanek jî axa miriye ku me wê vejandiye û me tene jê deraniye; vêca ew jê dixwin.
34; Û me tê de bax û bostanê ji xurma û tirî çêkiriye û me tê de ji kaniyan jî herikandiye.
35; Ji bo ew ji fêkiyê wî û ji tiþtê destên wan çêkiriye bixwin. Vêca ma ew hêjî sipas nakin?
36; Pak bêrî ye (Xuday)ê ku cotan tev ji tiþtê ax hêþîn dike û ji wan bi xwe û ji tiþtê ew nizanin aferandiye.
37; Ji wan re nîþanek jî þev e ku em royê jê digurên; vêca ew pêre pêre di tariyê de dimînin.
38; Roj jî di þûngeha xwe de diherike. Evê han pîvana (Xudayê) serkeftiyê zana ye.
39; Me hîvê jî di hin qonaxan de pîvaye; heya ku wek çuqliyê dara xurmê yê kevnare (ku wek kevan xor dibe) vedigere.
40; Ne roj dikare bigihîje hîvê û ne jî þev ji royê derbas dibe. Tev jî di çerxekî de diherikin.
41; Nîþanek jî ji wan re (ev e ku) bêguman me azbata wan di keþtiyek dagirtî de hilgirt.
42; Û me ji wan re jî wekî wê (keþtiyê) tiþtê ku lê siwar dibin aferandiye.
43; Eger em bixwazin jî emê wan bifetisînin; êdî ne tu kes li hewara wan tê û ne jî ew têne xelas kirin.
44; Tenê ku dilovaniyek ji me û xweþiyek heya demekê (li hewara wan bê).
45; Û gava ji wan re tê gotin ku: “Hûn ji tiþtê pêþiya xwe û ji tiþtê paþiya xwe bitirsin-xwe biparêzin, dibe hûn bêne dilovanî kirin (ew qet goh nadinê).
46; Her nîþanek ji nîþanê perwerdekarê wan ku ji wan re tê ew hey rû jê dizivrînin.
47; Û gava ji wan re tê gotin ku: “Hûn jî ji tiþtê Xuda rozî daye we bidin”; ewên kafir bûne ji ên bawerî anîne re dibêjin ku: “Ma emê xwarin bidin ewê ku eger Xuda bixwaze wê xwarin bideyê?; hûn hey di þaþîkî aþîkar de ne.”
48; Û dibêjin ku: “Eger hûn bera rastgo ne ka ev wada han kîngê ye?”
49; Ew hey li hêviya yek qêrînekî ne ku wan bigre û ew bi hev re xirecirê bikin.
50; Êdî ew nedikarin þîret û tenbîhîkî li hev bikin û ne jî bal ehlê xwe ve vegerin.
51; Û di sûrê de hat pif dayîn; êdî ew pêre pêre ji goran (radibin) bal perwerdekarê xwe ve dilezînin.
52; (Ew gav) dibêjin: “Hey xulî li me be? Kî me ji gorên me rakir? Evê han wada (Xudayê) Mihrîban e û pêxemberan ji rast gotibû.”
53; Ew tenê yek qêrînek e; êdî ew tev li cem me dicivin-amade dibin.
54; Vêca îro tu kes tade lê nabe û hûn tenê bi tiþtê we kiriye têne ceza kirin.
55; Bêguman ehlê bihiþtê îro bi xebatên xweþ dilþa ne.
56; Ew û jinên xwe di bin siya de li ser sedra paldayî ne.
57; Ji wan re tê de xweþî û tiþtê daxwazî bikin hene.
58; (Tiþtê ew dixwazin) gotina xweþiyê ji perwerdekarekî dilovan e.
59; Hûn gelî sûcdarên gunehkar îro cihê bibin.
60; Gelî zariyê Adem! ma qey min ji we re ferman û þîret nekir ku hûn nedin pey pelîd – wî nehebînin. Lewra bi rastî ew ji we re neyarekî aþîkar e.
61; Û hûn min bihebînin. Rêya rastîn eva haye.
62; Sond be wî ji we gellek nifþa ji rê deraniye. Vêca qey nedibû we hiþ tê bibrana – we xwe ragirtana?
63; Eva han e dojeha ku hûn hatine wade dayîn.
64; Hûn îro têkevinê ji ber kufra xwe tê biþewitin.
65; Îro emê ser devên wan mohr bikin û wê destên wan bipeyivin û wê piyên wan bi tiþtê bi dest xistine danasî bidin.
66; Eger me bixwesta, me yê ser çavên wan hilo kor bikirna, vêca ka di rêya rast de bilezînin; êdî ma wê çewa bibînin?
67; Û eger me bixwesta me yê wan di þûna wan de bihiþta (têk bibirna yan rûçêkên wan biguharta) êdî nedikarbûn ronahî bibînin û ne jî vegerin.
68; Em kî temendirêj bikin em wî di aferandinê de hêdî hêdî bêhêz dikin. Ma êdî hêjî ew hiþ tê nabin – xwe ranagirin?
69; Me þi´ra pê nedaye hîn kirin û ew nikare bêje jî. Ew tenê þîret-bîrxistin e û Qur´aneke aþîkar e.
70; Ji bo ku ew ê zindî hiþyar bike-bitirsîne û gotin li ser kafiran pêwist bibe.
71; Ma qey ew nabînin ku me ji tiþtê destên me çêkiriye ji wan re hin dewaran aferandiye? vêca ew xwediyên wan in.
72; Û me wan (dewara) ji wan re sitûxor kiriye; êdî hin ji wan lê siwar bibin û hin ji wan jî dixwin.
73; Û ji wan re di wan (dewaran) de gellek kar û vexwarin jî heye. Vêca ma hêjî ew sipas nakin?
74; Wan bêyî Xuda hin Xudayên din ji xwe re girtin bi hêviya ku wê bêne yarî kirin.
75; Lê ew nikarin yariya wan bikin. Ew ji wan (Xudayên derewîn) re leþkerên amade ne.
76; Vêca gotina wan bira te xemgîn neke. Bêguman em, tiþtê ew vediþêrin û tiþtê diyar dikin tev dizanin.
77; Ma mirov nabîne ku bi rastî me wî ji dilopek avik aferandiye?; vêca ew pêre pêre bûye dijberek xuya.
78; Wî ji me re mînak da û aferandina xwe ji bîr ve kiriye. Wî got ku: “Hestiyê riziyayî wê kî vejîne?”
79; Tu bêje ku: “Ê cara pêþîn wan çêkir wê ew wan vejîne. Ew bi her aferandinî baþ zana ye.”
80; “Ewê ku ji we re ji dara hêþîn agir çêkir; vêca hûn jî pêre pêre jê vêdixin.”
81; Ma qey ê ku asîmana û zemîn aferandiye nikare ku hinekî wekî wan biaferîne? Belê, ew pirr aferendekarekî zana ye.
82; Bêguman gava ew tiþtekî bixwaze tenê fermana wî ev e ku jê re dibêje: “Çêbibe”; vêca ew jî pêre çêdibe.
83; Vêca pak bêrî ye ê ku xwedîtiya hemû tiþtî bi destê wî ye û hûnê her bal wî ve bêne vegerandin.

Pages ( 36 of 114 ): « Previous1 ... 3435 36 3738 ... 114Next »