Qurana Kurdî Bixwînin | Qurana Pîroz

Chapter 32 (Sura 32)
1; Elîf, Lam, Ra.
2; Daxistina kitêbê tu dudilî tê nîne ku ji perwerdekarê cîhanê ye.
3; Ma qey ew dibêjin ku: “Wî bi derew ji ber xwe ve çêkiriye.” Ne, ew rastiyek e ji perwerdekarê te ji bo tu komelekî ku berî te tu hiþyarker ji wan re nehatine hiþyar bikî. Hêvî heye rast bibînin.
4; Xuda ye ê ku asîmana û zemîn û tiþtê navbera wan de di þêþ rojan de aferand, paþê ser text vegirt. Ji we re bêyî wî ne tu yar û yawer û ne jî tu mehdervan hene. Ma hûn hêjî nafikirin-þîret nagirin?
5; Ji asîman heya bi zemîn tevdîra kae ew dike, paþê ew (kar) di rojekî ku biqasî hezar salê hûn dijmêrin ne, bal ve bilind dibe.
6; Zanayê bi penhan û peyda, serkeftiyê dilovan her evê haye.
7; Ewê ku her tiþtê aferandiye rind çêkiriye û aferandina mirov jî ji heriyê dest pê kiriye.
8; Paþê nifþa wî ji dilopek telape ji avekî bereday-bêkêr çêkir.
9; Paþê wî li hev rast kir û ji canê xwe tê pif kir, û ji we re goh û çav û dilan çêkir. Hûn çiqas hindik sipas dikin!
10; Û gotin: “Ma gava em (hûr bibin) di axê de hinda bibin, ma bera emê bi aferandineke nû bên aferandin?” Ne, ew bi pergîhatina perwerdekarê xwe kafir in.
11; Tu bêje: “Feriþtê ku can sitendina we pê hatiye sipartin wê canê we bistîne, paþê hûnê bal perwerdekarê xwe ve bêne vegerandin.”
12; Eger te sûcdarên gunehkar bidîtana gava sitûyê xwe li cem perwerdekarê xwe xor kiribûn (û digotin:) “Perwerdekarê me! me dît û me bihîst, êdî tu me vegerîne ku em karê qenc bikin; bêguman em ji dil bawer in” (te yê pirr sosreta bidîtana).
13; Eger me bixwesta, me yê her kesî rêberiya wî bidanayê, lê belê gotin ji min pêwist bû ku ezê hey dojehê ji cinn û mirovan tev tije bikim.
14; Vêca (dergevanê dojehê ji wan re dibêjin ku:) “Hûn bi sedem ku we pergîhatina vê roja xwe ya han ji bîr kiribû, tam bikin. Bêguman me jî we ji bîr kiriye, û hûn bi sedem tiþtê we dikir ezabê hertimî tam bikin.”
15; Bêguman bi ayetên me, tenê ewên ku gava di bîra wan tê xistin ew ser dev û rû dikevin secde dibin û bi pesn û sipasê perwerdekarê xwe wî (ji her kêmasiyî) pak bêrî didêrin û ew quretiya nakin bawerî tînin.
16; Ew teniþtên wan ji livîna bilind dibe (radibin limêja þevê) bi tirs û hêvî gazî perwerdekarê xwe dikin-wî dihebînin û ji tiþtê me rozî daye wan didin.
17; Vêca tu kes nizane ku bergîdana tiîtê kirine çi çavronahî ji wan re hatine veþartin!
18; Vêca ma ê bawermend be wekî ê jirêderketî ye? Ew ne wek hev in.
19; Heçî ên bawerî anîne û karên qenc kirine, êdî ji wan re bihiþtê hewyegehê hene, ew ji ber tiþtê kirine ve di qonaxan de têne mazûrvanî kirin.
20; Û heçî ên ji rê derketine jî, êdî hewyegeha wan agir e. Her cara ew bixwazin ku jê derên ew tê de paþve têne zivirandin û ji wan re tê gotin ku: “Hûn ezabê agirê ku we wî diderewand tam bikin.”
21; Sond be, emê berî ezabê herî mezin ji ezabê kêmtir (êþ û nexweþiyê dinê) bi wan bidin tam kirin, hêvî heye ku ew vegerin.
22; Ji kesê ku ayetê perwerdekarê wî di bîrê bêne xistin, paþê ew rû ji wan bizivrîne sitemkartir kî heye? Bêguman em, ji sûcdarên gunehkar hey heyfstan in.
23; Sond be, me kitêbê da Mûsa, êdî tu di pergîhatina wî de dudilî nebe, û me wî ji zariyê Îsraîl re kire rêber.
24; Û me, ji wana çi gava bîhna fireh nîþan dan hin pêþwayan çêkir ku bi fermana me rêberî dikin û ew bi ayetên me ji dil bawer bûn.
25; Bêguman perwerdekarê te, wê roja qiyametê wan di tiþtê ku ew tê de bi hev ketine ji hev biqetîne.
26; Ma ji wan re rêberî nekiriye ku me berî wan çiqas nifþa qelandiye tevî ku ew di þûnwarên wan de diçin û tên jî?
27; Bêguman di vî de gellek ayet hene. Ma ew hêjî nabihîzin?
28; Ew dibêjin: “Eger hûn bera rastgo ne ka ev pîroziya han kîngê ye?”
29; Tu bêje ku: “Roja pîroziyê, baweriya ên kafir bûne hew bikêra wan tê û ew li bendê jî nayên mayîn.”
30; Vêca tu rû ji wan bizivrîne û li bendê be. Bêguman ew jî li bendê ne.

Pages ( 32 of 114 ): « Previous1 ... 3031 32 3334 ... 114Next »