Qurana Kurdî Bixwînin | Qurana Pîroz

Chapter 100 (Sura 100)
1; Bi wan hespên behindayî.
2; Û bi wan hespên, ku (bi simên xwe çirûskên) agir derdixin.
3; Û bi wan hespên, ku (di êrişa serê sibehê da) tozê derdixin.
4; Û bi wan hespên, ku (bi wê êrişa xwe, bi tozê) şop li pey xwe hîştine.
5; Bi vî awayî ewan (hespan bi sîyarê xwe va) di nava neyaran da cî vedane.
6; (Bi van sond dixum!) ku meriv bi rastî ji bona Xuda yê xwe ra pir nankor e.
7; Û bi xweber jî nihrevanê vê kirina xwe ye.
8; Û bi rastî (meriv) ji bona civandina mal ra zor hizkere. .
9; Ma qey meriv nizan e, gava tiştên di goran da heyî radibin (ji bona civînê) têne şandinê (we gavê temtêla wan ça dibe)?
10; Wê (gavê çi)di dilê wan da heye derketî ye hatîye xu yandinê.
11; (Erê!) di wê rojê da Xuda yê wan bi temtêla wan agahdare.

Pages ( 100 of 114 ): « Previous1 ... 9899 100 101102 ... 114Next »